Arşîv

Jinên Efrînê amadekariyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê dikin

Bi boneya Roja Jinên Cîhanî, jinên kantona Efrînê dest bi amadekariyan dikin.

Di çarçoveya amadekariyan de, dirûna cil û bergên kurdî, çêkirina xemil û xêzan, rîs û çentan pêk tê. Ji ber vê yekê jî li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê werşeya xebata karên destan û dirûna cil û bergên folklorî, hate vekirin.

Werşe ji 4 alavên dirûtinê pêk tê û 6 jin dirûnê dikin û jinên din jî karên destan çêdikin.

Ji rêveberiya Meclisa Jinên kampa Serdem Nisrîn Silêman têkildarî mijarê axivî û got: “Armanca me ew e em kultûra kurdî derxînin pêş û jin zêdetir şareza bibin. Di milê dîtir de proja me ji karên destan pêk tê û em ê kar û xebata xwe heta cejna jinê û cejna Newrozê bidomînin.”

Endama komîteya jinê li kampa Serdem Elîf Mihmed diyar kir ku cilên filoklorî wê bi buhaneyeke erzan di sûkan de werin firotin û wê li gorî rewşa madî ya jinan bibin.

Horiya Mistefa ku cilan didrû û cihê xwe di nava werşeyê de girtiye, destnîşan kir ku piştî ew bi darê zorê ji kantona Efrînê koçber bûn, wan ev projeya taybet bi jinên kampê pêşniyar kir û li gorî daxwaza modêlan ew ê dest bi dirûna cil û bergan bikin.

Hêjayî gotinê ku pêşangeha karên destan û cil û bergên folklorî beriya cejna jinên dê were vekirin.

Back to top button