Arşîv

Kongreya Star bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê eşkere kir

Kongreya Star a Rojava bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê eşkere kir. Çalakî dê bi dirûşmeya “Têkoşîna me azadiya me ye, berxwedana me serkeftin e” werin lidarxistin.

Di vê mijarê de Kongreya Star komîteya amadekar a çalakiyên 8‘ê Adarê amede kir. Komîte ji (Yekîtiya Jinên Suryan, jinên Ereb, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Kevana Zêrîn û hin rêxistinên din ên jinan) pêk tê.

Têkildarî bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd ji ajansa me ANHA‘ê re axivî. Evîn anî ziman ku 8‘ê Adarê roja têkoşînê ye.

Evîn Siwêd bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de êrişên anîn ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hin herêm û gund hatin dagikirin. Di van êrişan de bi taybet jin hatin hedefkirin. Di 12‘ê heman mehê de jinên ku li azadî û aştiyê digariyan, Hevrîn Xelef û dayika Aqîde şehîd bûn. Lê tevî vê yekê jinan li hemberî gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe dan.”

Evîn Siwêd destnîşan kir ku îsal ji salên din cûda ye û got: “Jin dê cilên folklorî li xwe bikin û dê şal a şervanên YPJ‘ê bikin sembola şahiyan, bi beşdarbûna hemû pêkhateyan di nava çalakiyan de dê tobloyeke mûzayîk çêbikin.”

Evîn Sêwêd bernameya çalakiyan eşkere kir û got: “Dê bername ji 1‘ê Adarê heta 8‘ê Adarê berdewam bike”

Bernameya çalakiyan wiha ye;

1‘ê Adarê, dê daxuyanî li kampên Waşûkanî, Til Semin û kampên li kantona Şehbayê werin dayîn, her wiha dê Mîhrîcana Jinên Rewşenbîr li herêma Cizîrê were lidarxistin.

2 û 3‘yê Adarê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê civîn werin lidarxistin û belgefîlmekî kurt li ser jinan li Reqayê were pêşandan.

4‘ê Adarê dê serdana gundê (Jin war) were kirin, li vir dê bernameyek taybet bi jinan bi rêveberiya gund re were amadekirin. Her wiha li hemû herêman dê meşên meşeleyî werin lidarxistin.

5‘ê Adarê dê paneleke li ser rewşa jin a di aloziya Sûriyê de, li herêma Cizîrê were lidarxistin û serdana goristanên şehîdan werin kirin.

6‘ê Adarê Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê pêşangek kelepûrên pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan) û pêkhateyên din vedike.

7‘ê Adarê dê serdana birîndarên şer, Asayîşa Jin, Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) û deverên dîrokî werin kirin.

8‘ê Adarê li ser asta kantonan şahî dê werin lidarxistin.

Evîn diyar kir ku mafê rêveberiyên kantonê ne ku çalakiyên wekî din jî lidar bixe.

Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku her sal têkoşîna jinan mezintir dibe, bi taybet jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak. Evîn soza domandina xeta têkoşînê li hemberî hemû astengiyên ku li pêşiya azadiya jinan derdikeve, da.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27