Arşîv

‘Me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û ewlehî dît’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku nêzî hezar û 500 malbat ji bajarê Idlibê yê Sûriyê koçber bûne û berê xwe daye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan kamp ava kirin, ji wan kampa Cedîdet El-Hemir a li bajarê Minbicê, kampa Ebû Qibê ya li bajarê Reqa, her wiha şêniyan malên xwe dane hinek koçberan da ku debara xwe pê bikin.

Koçbera bi nave Fatma Hec Elî Ebîd (23) zewicî ye, 3 zarokên wê hene, ji gundewarên Idlibê ye û ji ajansa me re axivî.

Fatma niha li gundewarên rojavayê bajarê Minbicê dijî. Girêdayî rewşa koçberiyê û zehmetiyên ku dîtin Fatma wiha got: “Di destpêkê de em hatin topbarankirin. Me gelek zehmetî ji birçîbûn û zilmê dîtin. Li gundewarên me rewş nayê tehemulkirin. Hemû kiryarên qirêjî li ser me pêk dianîn, derfet nedidan ku em biçin bajêr. Bajar dihat topbarankirin da ku me wek mertalên zindî bi kar bînin.”

Fatma bal kişand ser rewşa gundewarên bajarê Idlibê û got her tişt ji ber topbaranê hatiye rûxandin, her tim gel dibe qurbanî û ev tişt anî ziman: “Her kes li herêmê xizmeta berjewendiyên xwe dike û ejindeyên wan ên derve hene ku destekê didin wan. Qet guh nadin nêrîna xwediyên axê.”

Fatma destnîşan kir ku ji ber topbarana di demên dawîn de biryar dan ku ji malên xwe derkevin û wiha axivî: “Destpêkê me berê xwe da bajarê Ezazê da ku ji wê derê berê xwe bidin herêmên ku ewle û arahî li wan heye. Di rê de çeteyan em girtin û em xistin girtîgeha Ezazê de. Ji ber pereyên me tine bûn ku em bidin bendên kotrolê me du rojan bê xwarin di girtîgehê de me û li me dixistin.”

Fatma diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk ew berdan bi şertê ku di herêma Ezazê de bimînin û wiha dirêjî da gotina xwe:”Ji ber kiryarên wan me bi şev reviyan. Me berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em gelekî tirsiyan û me gelek zehmetî dît. Dema ku em gihîştin bajarê Minbicê min zarokên xwe birin nexweşxneyê ji ber li ser rê me gelek zehmetî kişand.”

Koçbera bi nave Fatma Hec Ebîd di dawiyê de wiha piştrast kir: “Me li vê derê aramî û ewlehî dît. Em ê li vê derê bin heta bajarê me ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin.”

Tê zanîn ku Lîwa Siwar Idlib a di bin sîwana QSD`ê de gelek alîkarî dan koçberan û ew li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kirin.

Back to top button