Arşîv

5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kir

Mîhrîcan bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Raîbey Jinên Rewşenbîr li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Jin ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwendekarên jin ê beşê wêje yê Zanîngeha Rojava, rewşenbîr, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan şênî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Hola mîhrîcanê bi alavên kevin ên çanda hemû pêkhateyan hatiye xemilandin.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê ya mîhrîcanê ji aliyê endama rêveber a Rabîteya Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed ve hate kirin. Ahîn bi xêrhatina beşdaran kir û spasiya kesên ji bo mîhrîcanê ked dane kir, her wiha bernameya mîhrîcanê eşkere kir.

Bi navê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Recep axivî û bal kişand ser tundiya li ser tê meşandin û got: “Di civaka ku zihniyeta baviksalarî serwer de li ser jinê her cure tundî tê meşandin û rola jin tê paşguhkirin. Di dema dagirkirina DAIŞ‘ê hin beş ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rewşa jin mîna ku di girtîgehê de bû û di aliyê fikirî û civakî de hate sînordar kirin.

Wekî tê zanîn di dîrokê de beşdarbûna jin di qada çand û wêje de lewaz bû. Rewşa jin wiha man ta Rêber Abdullah Ocalan derket ku felsefeya wî sira serkeftina jin di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Jin bi projeya netewa demokratîk dest bi kar kir, dikarî îradeya xwe ya azad vegerîne û di her qadan de di nav de wêje û huner de bibe afrîner.”

Piştre helbestvan Anahîta Sîno, Darîn Gewriyê û Jînda Mihemed helbest li ser şoreş, welat, dayika şehîd û berxwedana Serêkaniyê got. Her wiha berhemek mûzîkê ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn hate pêşandan.

Gelek komên hunerî û kevneşopî berhemên xwe pêşkêş kirin, ji wan Koma Stêrk a Kevneşopiya Kurdî, Koma Înana a Kevneşopiya Suryan, Koma Kevana Zêrîn a Mûzîkê û Koma Vejandina Kevneşopiya Erebî.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi veirina pêşangehek folklorî ku kardestiyan bi dawî bû.

Mîhrîcan dê sibe berdewam bike. Helbestvan Meryem Temir pirtûka xwe îmze bike, koma Sarya Baran dê şanoya xwe ya “Qêrîn” pêşkêş bike. Her wiha koma Şehîd Lorîn a Dîlanên Erebî dê berhemên xwe pêşkêş bike.

Mîhrîcan dê bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

Back to top button