Arşîv

Li Qamişlo bi boneya 8`ê Adarê semîner

Li bajarê Qamişlo di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û bi dirûşmeya “Têkoşîna me azadî ye û bexwedana me serkeftin e” de semînerek hat dayîn.

Bi dehan endamên komîteyên desteya aborî û çandinî beşdarî semînerê bûn.

Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Perwîn Yûsif semîner da. Perwîn di destpêkê de hemû şehîdên tevgera azadiyê, bi taybet ên jin ku li tevahî cîhanê parastina mafên xwe kirin û ji wan xwişkên Mîrepal bi bîr anîn.

Perwîn di semînerê de behsa rola jinê di nava tevgera azadiya Kurdistanê de ku ji tevahî jinan re bûn pêşeng kir û wiha anî ziman:”Di şoreşa Rojava de gelek gavên girîng di hemû aliyan de hatin avêtin. Şoreşa ku bi pêşengitiya jinan dest pê kir bi yekîtiya jinên ji hemû pêkhateyan bû.”

Perwîn diyar kir ku Roja Jinan a Cîhanê roja berdewama têkoşîna jinan li hember zihniyeta desthilatdar li her deverê ye.

Perwîn di berdewama gotina xwe de wiha anî ziman:”Heger ne ji berxwedana şervanên YPJ`ê bûya ya ku li hember êrişên hovane û li hember rêxistina herî xeternak di cîhanê de sekinî em nedigihîştin roja îro û me ewqas serketin bi dest nedixistin.”

Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Perwîn Yûsif di dawiyê de wiha bi lêv kir:”Em li pêşiya zehmetiyên mezin in. Ji ber dijmin taybet jinan hedef digire. Li Bakurê Sûriyê jinan dîrokeke tijî berxwedan nivîsand. Ji wan têkoşer Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û şehîd Amara ne.”

Back to top button