Arşîv

Minbicê bi boneya 8 Adarê bajar xemiland

Bi rasthatina 8 Adarê Meclisa Jinan a bajarê Minbicê û Gundewarên wê bi hevkariya Meclisa Jinan a Ciwan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dest bi kar û xebata pêşwaziya boneyê kir.

Endama Meclisa Jinan a bajarê Minbicê têketina bajêr, kolanên sereke, çerxerêya başûrê bajêr û çerxerêya Jinan a li rojhilatê bajêr xemilandin. Meclisa Jinan alên Meclisa Jinan û wêneyên şehîdan daliqandin.

Her wiha pankartên bi nivîsên”Bi hatina hewayên bihar û vekirina gul û çîçekan em 8 Adarê li jinan pîroz dikin, Hêviya serketinê ji jinan re dixwazin, Şoreşa ku jinan negire nava xwe ne pêkan e serkeftinan qezenc bike û bi berxwedana jinan dê doza gelan bi ser bixînin”hilgitin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27