Arşîv

Kongreya Star bi boneya 8`ê Adarê li hemberî faşîzmê bang li jinan kir

Facebook36TwitterWhatsAppTelegram
Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Kongreya Star li kampa Waşûkanî û Şehbayê daxuyanî da. Di daxuniyê de 8`ê Adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin.

Endam, rêveberên sazî û desteyên kantona Efrîn û Şehbayê tev li xwendina daxunaniyê bûn. Jinan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde Osman û ala Kongreya Star, hildan.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê Komîteya Amadekar a çalakiyên 8’ê Adarê, em Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinên cîhanê, taybetî jî jinên Sûriyê, pîroz dikin. Her sal li tevahiya cîhanê jin bi bîranîna serhildana jinê ya li dijî hişmendiya deshilatdar û kapîtalîst di berxwedanê de ne.

Di serî de, em hemû şehîdên pêşeng ên jin ku mohra xwe li rûpelên dîroka têkoşîna azadiya jinê dane weke Roza Luksemburg, Klara Zetkin, Leyla Qasim, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Ligrîn, Barîn û Hevrîn bi bîr tînin.

Bi taybet jinên xebatkar ên ku têkoşiyan û ji bo wekheviyê şehîd bûne, jinên ku bi saya wan roja 8’ê Adarê weke Roja Cîhanî ji bo jinên karker hate destnîşankirin, em hemû jinên li ser rêya wan dimeşin silav dikin.

Di heman demê de berxwedana zindanan silav dikin. Di serî de jî ramangerê neteweyî Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 20 sal e li girava Îmralî di tecrîdekî girankirî de tekoşîn dike silav dikin. Dewleta Tirk li girava Îmralî êşkenceyên herî tund dide meşandin. Di vê dawiyê de nûçeyek hate belavkirin, ev nûçe fikar û gumanên li ser rewşa tenduristiya Rêbertî zêdetir kir. Em daxwazin ku piştî li daristana Îmralî şewat derket, rewşa tenduristiya Rebertiya me were eşkerekirin. Ev yek jî bi desturdayîna malbat û parêzerên Rêbertî ku bi wî re hevdîtin bikin. Bingeha têkoşîn û azadiya me ya jinan li ser esasê fikrê Rêber Abdullah Ocalan ku daniye pêşiya me ye. Ji ber vê yekê em soz didin ku asta tekoşîna xwe bilind bikin ku heta ev tecrîd rabe û garantiya azadiya wî pêk were.

Xwişkên delal:

Her sal, bihar rojek taybet bi xwe re tîne, yek ji qonaxên herî girîng ê têkoşîna jinê tê hesibandin, bi berxwedêr, fedakarî û serkeftinên dîrokî pesnê xwe dide. Di biharê de, xweza dixemle, pê re jin jî geş dibe. Ji ber ku jin mîna xwezayê, her gav di rewşeke nûbûn û vejînê de ye.

Bîranîna vê rojê bîranîna ji mîrateya berxwedana jinê ye û temamkirina rêya wê ya berxwedanê ye. Ji ber ku rola pêşengî ya ku di her warên jiyanê de lîstiye bûye şahidê jinê. Ji ber vê yekê bala hemû hêzên deshilatdar û dagirker dikişîne, ji bo beşê herî mezin ji bindestiyê bibe ji para wê di pevçûnên domdar ên li seranserê dîrokê, hîn jî berdewam in. Di salên şoreşa Rojava de bi rengekî eşkere diyar bû, ya ku di encama mudaxeleya piraniya welatên herêmî û cîhanî de ji bo xizmeta berjewendîyên xwe di berjewendiya gelên Rojava de bû sedema qeyraneke cîhanî, yekemîn qurbanî jin bû, ji aliyê komên tekfîrî û selefî ve, bi taybetî li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rastî cûreyên tund û tengahiyê hatin. Kirîza Sûriyê bi destwerdana Tirkiyê û piştgiriya wê ji komên terorîst re aloztir bû, dagirkirin û qutkirina wê parçeyên ji axa Sûriyê re weke: (Cerablus, Idlib, El-Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî) Tevî van hemûyan jî, Lê belê jinê xwe radest nekir, berevajî vê, bû çira berxwedanê, vîna grêdana wê ya bi axê re û vegerandina mafên xwe, dest bi jiyana qonaxên rizgariya xwe ya yekem kir û girîngiya rola wê di avakirina jiyan û afirîneriyê wê de, her wiha rizgarkirina wê ji mîrasa çandên paşdemayî re. Jin ne rehîneyeke ji şermbûn, qedexekirin û heramî ye, lê vîna wan xurt e, her wiha di nava şoreşeke mezin de ye şoreşa guhertinê ji civaka kole û deshilatdar derbasî civakeke azad û demokratîk. Ev jî ji ber hevgirtina jinan a ji hemû pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em serbilind in ku pêşengiya vê şoreşê dikin, bi hev re Roja Jinê di rewşeke azadiyê de pîroz dikin.

Hevalên hêja:

Em her gav pê bawer in ku têkoşîn bi tenê rêya azadiyê ye, werin em bibin yek û rabin ser piyan û li pêşiya faşîzmê bisekinin. Her roj em bikin roja cejna jinê.

Li ser vê yekê, em bang li hemû sazî û tevgerên jinan dikin ên ku baweriya wan bi azadiya jinên li cîhanê heye, da ku yekrêzî û têkoşîna xwe mezin bikin ta ku bigihîjin armancên xwe.

Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê salê Roja Jinên Cîhanê di bin dirûşmeya (Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serketî ye). Çalakiyên wê ji 1’ê Adarê ta 8’ê Adarê, bi vî awayî dest pê dike:

– Di 1‘ê Adarê de daxuyanî dê li sê kampan (Waşokanî – Til El-Simin – Şehba) bi beşdariyeke mezin were xwendin, û di heman rojê de vekirina festîvala ji bo jinên roşenbîr li herêma Cizîrê.

– Di 2 û 3‘ê mehê de, li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîn bêne lidarxistin, semîner û kurtefîlmê li ser jinê li Reqa dê were nîşandan.

-Di 4’ê Adarê, serdana gundê jinê tê kirin, her wiha bernameyeke taybet bi rêveberiya gund re tê amadekirin, di heman rojê de, meşeke bi mişelyan li deverên din, bi pêşengiya jinên ciwan, tê amadekirin.

-Di 5’ê Adarê de, dîdarek li ser rewşa jinê di krîza Sûriyê de li herêma Cizîrê, di heman rojê de, serdana goristana şehîdan tê kirin û di hemû bajaran de mûm têne danîn, li Dêrikê, serdana Şehîd (Hevrîn, Yadê Eqîda) ji hêla jinên Dêrik û deverên din ve, li gorî îmkanan.

– Di roja 6‘ê mehê de, Konê Mîrasê li herêma Cizîrê, bi pêşengtiya Kevana Zêrîn, da ku mîrasa hemû pêkhateyan nîşan bide.

– Di 7‘ê mehê de, serdana hemû hevalên birîndar û hevalên jin ên di hemû saziyên leşkerî de tê kirin û di heman rojê de, deverên arkeolojîk têne ziyaret kirin.

-Di 8’ê mehê de, dê pîrozbahî di asta kantonê de, bi beşdariya hemû jinan ve pêk were.

Nîşe: Rêveberiya kantonê xwedî maf e ku li gorî taybetmendiyên kantonan hin çalakiyan li dar bixe, ku bi komîteya amadekar re nîqaş kirin, dê hemû çalakî bi cil û bergên folklorî bin û şalê YPJ‘ê û şalê HSNB‘ê dê bibe sembola pîrozbahiya me.

Komîteya Amadekar ya çalakiyên 8ê Adarê:

Kongreya Star.

Meclisa Jin a Sûriyê.

Yekîtiya Jinên Suryanî.

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ofîsa Jin di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de.

Koordînatora Jin di Rêveberiya Xweser de.

Kevana Zêrîn Zêrîn.

Ofîsa jinan di Meclisa Sûriya Demokratîk de.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27