Arşîv

`Jinên Rojava ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak’

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê endama entersyonalîst a Komîteya Hemleya Jin Rojava diparêzin a Kongreya Star Bêrîvan Qaracox a ku di eslê xwe ji Britanyayê ye teqez kir ku 8`ê Adarê xwedî girîngiyek dîrok ye.

Bêrîvan îşaret pê kir ku jin li tevahiya cîhanê ji bo ku asta têkoşînê li hember zihniyeta mêrdestiyê mezin bike kar dike. Her wiha ew roj bi `Pîroz` wesifand.

Bêrîvan di nav gotinên xwe de got: “8`ê Adarê hîna di bîra me de zîndî ye. Divê têkoşîna me di vê rojê de ji bo pêşerojek ku tevahiya jinan li her derê diparêze be. Roja cîhanê ya jinê ji tevahiya jinên entersyonalîst û berxwedêr in.”

Girêdayî sedam hebûna wê li Rojava Bêrîvan got: “Ji ber zulma pergala kapîtalîst a mêrdestî li Britanyayê ez hatim vir. Welatên Ewropî ne mîna ku behsa xwe dikin. Em ne azad in.”

Bêrîvan teqez kir ku wek jinên entersyonalîst ew ê vê rojê li tevahiya qadan û cihan pîroz bikin. ji bo ku asta têkoşîn û berxwedanê li her derê mezin bikin.

YPJ JI TEVAHIYA JINÊN CÎHANÊ RE BÛYE SEMBOL

Bêrîvan got: “Jin li Rojava ji tevahiya jinên cîhanê re bûne mînak û sembolek ku li her derê dibin şopdarên wan. Bi taybet berxwedana şervanên YPJ`ê. Yên ku li hember hovantirîn êrişên çeteyên DAIŞ`ê liber xwe dan û serkeftinên dîrokî û girîng bidest xistin. Îro jî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker tê dikoşin.”

Bêrîvan dibîne ku têkoşên jinan li Rojava ji aliyê rêxistinî û aliyên din ve cîhan şaş kirine. Ev rêxistinkirin hişt ku bi dehan jin ji derve serdana Rojava bikin. Bêrîvan got: “Bi tevlibûna me em vê yekê teqez dikin.”

Endama entersyonalîst a Komîteya Hemleya Jin Rojava diparêzin a Kongreya Star Bêrîvan Qaracox bang li tevahiya jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku asta têkoşîn li hember zinhiyeta baviksalarî mezin bikin û berxwedanê teqez bikin û wiha pê de çû: “Berxwedan û têkoşîna me yek e. Mil bi mil em ê bigihêjin azadiyê.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27