Arşîv

Çalakvanên jin: Dê bi hêza jinan planên dewleta Tirk a faşîst têk biçin

Çalakiyên şermezarkirina dewleta Tirk der barê nehiştina parêzeran a hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina tenduristiya wî, piştî şewata li girava Îmraliyê, di roja 5’an de li bajarê Qamilo bi beşdariya bi sedan şênî û jinan, berdewam in.

Ajansa me ANHA’yê nêrînên hin jinên beşdarî çalakiyê bûne girtin. Şêniya bi navê Edûl Mehmûd ku koçber e û li navçeya Tirbespiyê bi cih bûye, wiha got: “Erdogan bi şewata li girava Îmraliyê dilê gelê Kurd şewitand, lê belê çi dike bila bike, nikare vîna me têk bibe û nagihîje armanca xwe. Her wiha em şervanan tînin û dê bikin fedaiyên rêber Ocalan.”

Edûl Mehmûd piştrast kir ku ew tevahî fedaiyên rêber Ocalan in û wiha domand: “Em jin dê canê xwe ji bo rêber Ocalan bişewitînin, em bi wî û şehîdan re ne.”

Şêniya bi navê Edûl Mehmûd bêdengiya navneteweyî ya li hember komkujiyên ku li dijî gelê Kurd pêk tên, şermezar kir û wiha da zanîn: “Bang li li cîhanê dikim ku dengê me bibihîzin, her wiha bêdengiya wan der barê komkujiyên li dijî me pêk tên de, em şermezar dikin.”

Şêniya ji pêkhateya Ereb Ibtîsam Mihemed Meho jî wiha axivî: “Em bi navê tevahî jinên cîhanê ji dewleta Tirk a faşîst re dibêjin ku tu çi bike jî tu nikarî hêz û felsefeya rêber Ocalan têk bibî. Her wiha dê hêza jinan û tevahî jinên cîhanê planên dewleta Tirk a faşîst hilweşînin.”

Back to top button