Arşîv

Li Dêrazorê mamoste ji bo 8`ê Adarê meşiyan

Mamosteyên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dirûşmeya Bi giyana şehîd Hevrîn bêhna yesemîna 8`ê Adarê tê meşek orgenîze kirin. Bi sedan mamosteyên herêmê tevî karmendên saziyên sivîl û nûnerên meclisên jin ên xeta Rojava tev li meşê bûn.

Jin li ber çarxerêya El-Dele li gundê Kesret li rojavayê gundewar kom bûn. Pankartên bi nivîsên `Bi rêxistinkirin, vîn û jiyana azad em ê wateya rastîn bidin 8`ê Adarê`, `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` û `Bi giyana şehîd Hevrîn bêhna yesemîna 8`ê Adarê` tê hildan.

Jinan sloganên silavkirina berxwedana jina azad berz kirin û heta deriya têketina gundê El-Kesret ve meşiyan. Li wir meş rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Hîbe El-Yasîn bi navê komîteyê axivî.

Hîbe di axaftina xwe de rola jinê di rûniştandina aramî û aştiyê de li herêmê destnîşan kir û diyar kir ku jin di tevahiya warên jiyanê de kar kir ji bo ku bigihêje ewlehiyê.

Bi navê Navenda Perwerdeyê endama navendê Xewle El-Cild axivî û bal kişand ser ku piştî derbasbûna salên dirêj ji paşguhkirinê di bin siya hikumetên berê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêberiya Xweser rola jinê mezin kir beyî ku dest bi kevneşopiyên civakê bide.

Di dawiyê de Xewle bi navê mamosteyan li Dêrazorê her jinek kedkar li cîhanê silav kir.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bidawî bû.

Back to top button