Arşîv

Li Reqayê bi boneya 8`ê Adarê rêzecivîn hatin lidarxistin

Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê çarxerêyên bajarê bi çandina gul û daran xemilandin.

Di heman çarçoveyê de semînerek li hola El-Tac bi tevlibûna endamên komîteyên girêdayî şaredariyên gel û jinên Meclisa Sivîl a Reqayê lidar ket.

Endama rêveber a Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê Fêroz Xelîl axivî û tevahiya jinan bi 8`ê Adarê pîroz kir. Her wiha destnîşan kir ku wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê rojê bi şehîdên mîna Hevrîn Xelev, Barîn û Çîçek re pîroz dikin.

Di dawiyê de Fêroz got jin bi zaniest û kedên xwe cîhan şaş kir.

Di dawiya semînerê de sînevizyonek girêdayî destkeftiyên jinê li Reqayê hate pêşendan.

Girêdayî heman mijarê Rêveberiya Jin a Reqayê semînerk ji mamosteyên bajêr re bi koordîneya Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê re orgînezer kir.

Di wê semînerê de endamên rêveber Meryem El-Ibrahîm û Zelîxa Ebdî axivîn û destnîşan kirin ku ji endamên civakê jin a herî zêde bi civakê hatiye girêdan. Azadî û wekhevî bi doza jinê re pêk tê. Her ku qisekeran hêvî kirin ku şahiya 8`ê Adarê ya bê li bajarê Efrînê be û rizgarkirina tevahiya bajarên dagirkirî.

Di dawiya semînerê de Rêveberiya Jin mamosteyên bajêr ji ber kedên wan di warê perwerdeyê de xelat kirin.

Back to top button