Arşîv

Çalakiya konvedanê ya Kongreya Star li bajarê Hesekê bidawî bû

Piştî pêkhatina hevdîtinê bi Rêber Ocalan re û naskirina rewşa wî, îro çalakgerên çalakiya konvedanê ya ku Kongreya Star di 28`ê Sibatê de ji bo şermezarkirina şewata li Îmraliyê li nêzî cihê dîlgirtina Rêber Ocalan rû daye lidar xistibû, bi dawî kir.

Di dawiya çalakiyê de Kongreya Star daxuyanî da. Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star Şêrîn Oso daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate got: “Em hemû dizanin ku li gorî nûçeyên ku dazgehên Tirkiyê belav kirine di 28`ê Sibatê de şewatek li girava Îmraliyê cihê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan rû dabû. Lê desthilata Tirkiyê rewşa Rêber Ocalan eşkere nekir û rê neda hevdîtinên parêzer û malbatê bi Rêber Ocalan re. ”

Di berdewama daxuyaniyê de kongreyê diyar kir ku ji bo naskirina rewşa Rêber Ocalan çalakiyê konvedanê li bajarê Hesekê lidar xist û gelek çalakiyên şermezarkirina şewatê lidar xistin. Kongreyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piştî 7 rojan ji şewatê di 3`yê Adarê de hevdîtin bi Rêber Ocalan re di girava Îmraliyê de pêk hat û rewşa wî hate naskirin. Kongreyê bal kişand ser ku şewat berdewama komploya li dijî Rêber Ocalan e.

Kongreyê ev tişt di daxuyaniya xwe de zêde kir: Bi tevlibûna tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me agahiyên baş li ser tenduristiya Rêber Ocalan bihîstin. Me ji cîhanê re îsbat kir ku tevahiya pêkhateyên em ji bo şikandina tecrîdê hevgirtî ne.

Di dawiyê de Şêrîn Oso got: “Em ê rêya têkoşîn û lidarxistina çalakiyan berdewam bikin heya Rêber Ocalan azad bibe û em ê hertim şopdarên rêya wî bin. Bê Serok jiyan nabe.”

Çalakî bi gerandina şêniyan xelekên govendê li ber stranan bidawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27