Arşîv

Li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê meşa bi meşale

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi boneya rasthatina 8`ê Adarê bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e` meşek bi meşale lidar xist. Bi sedan jin û şêniyên navçeyê tevî endamên saziyên sivîl ên navçeyê tev li meşê bûn.

Meş li ber Navenda Ciwanan li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê destpê kir. Şêniyan wêneyên şehîd û têkoşerên jin ên ku ji bo azadiya jinê têkoşiyane û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Şênî di nav kolanên navçeyê yên sereke de meşiyan heya gihaştin çarxerêya Şehîd Xemgîn. Li ber çarxerêyê piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir.

Ebîr got: “Em li vir in ji bo ku aştî û hezkirinê di navbera cîhanê de belav bikin. Ji ber ku jin bingeha civaka azad û demokratîk e ya ku aştî tê de serwer e.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bidawî bû.

Back to top button