Arşîv

Jinên Ciwan li Hesekê meşek bi meşaleyan lidar xistin

Bi boneya 8`ê Adarê Jina Ciwan a bajarê Hesekê meşek bi meşaleyan li bajêr lidar xist. Bi dehan jinên ciwan, şênî û ciwanên bajêr tev li meşê bûn.

Şênî li taxa El-Miftî kom bû û di destê wan de wêneyên Rêber Ocalan.

Çalakger ber bi çarxerêya Şehîd Serhed li taxa El-Miftî ve meşiyan. Her wiha sliganên silavkirina berxwedana jinê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Di meşê de endama rêveber a Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Leyla Şêxo ji ajansa me re axivî û got: “Em di lidarxistina çalakiyên xwe de ji bo 8`ê Adarê ji aliyekê ve û banga azadiya Rêber Ocalan ji aliyekî din ve berdewam in. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin. Lewra divê her jinek ji bo parastina maf, rûmet,azadî û zimanê xwe liber xwe bide û tê bikoşe.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û azadiya Ocalan bidawî bû.

Back to top button