Arşîv

​​​​​​​Fermandareke YPJ: Divê hemû jin asta têkoşîna azadiyê bilind bikin

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Tolhildan Raman ji ANHA’yê re li ser rola jinên şervan di nava têkoşîna azadiyê de axifi. Tolhildan 8‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê, şervanan û bi taybet li dayikên şehîdan pîroz kir.

Derbarê girîngiya vê rojê Tolhildan got: “Ev roj berhema têkoşîn û keda jinan a li tevahî cîhanê ye. 8‘ê Adarê ji bo hemû jinan ên ku ji bo azadî û mafên xwe û avakirina civakek azad û edalet de roja têkoşînê ye. Em wekî YPJ‘ê dibînin ku her roj ji bo me 8‘ê Adarê ye. Ji ber ku em ji têkoşîn û berxwedanê ranawestin, hêz û baweriya me ya ji bo pêkanîna guhertinekî ber avakirina civakeke azad de zêde dibe, li ser vê yekê em ê têkoşîna xwe mezin bikin ta 8‘ê Adarê bibe mîna vejîneke nû ya azadiya hemû jinên cîhanê.”

EV ROJ ENCAMA HEMÛ JİNÊN TEKOŞERE

Tolhildan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev roj bi xwîna jinên kekdar ên têkoşer ên ku li hemberî zulm û pişaftinê sekinîn û ji bo azadiyê xwe fedkarî kirin, hatiye nivîsandin. Wekî YPJ‘ê me mîraseya xwe ya têkoşînê ji mîraseya dîrokî ya jinên li ser xaka Mezopotamyayê û civakên wan girt, anku civakên ku bi nêrîna jin û dayika xwedawend li jinan dinêrîn.”

YPJ SEMBOLA SERFİRAZİYA JİNA NE

Tolhildan destnîşan kir ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên komên çete û dewleta Tirk a dagirker di şer û karestan re derbas bûn, di encamê de rêjeyek mezin a jinan ji ber zulmê azar kişandin. Tolhiland got: “Dema ku YPJ‘ê bersiva êrişan da û jin parast jinan a nava YPJ‘ê de cih girtin. Ev yekîne îro bûye sembola serferaziyê ji bo hemû jinên cîhanê, bi taybet piştî beşdarbûna wê ya aktîv a di tunekirina DAIŞ‘ê de.”

Tolhildan bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dawî yên li ser herêmê di serî de jin kirin hedef û ev tişt got: “Ev yek di sûc û binpêkirinên wan ên li dijî jinan wekî lîstina bi cenazeyê Amara, nêzîkatiyên hovane bi şervana dîlgirtî Çîçek de. Her wiha di qetilkirin Hevrîn Xelef bi awayekî hovake eşkere bûn. Ev hemû nîşan didin ku pergalên desthilatdar ên dîktator ji azadî û têkoşîna jinna ditirsin.”

DİVÊ JİN HEVGİRTİNA XWE MEZİN BİKİN

Fermandara YPJ‘ê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî YPJ‘ê peyama me ji bo hemû jinên cîhanê ew e hevgirtina xwe ava bikin û li hemberî zihniyeta desthilatdar a baviksalarî ya ku mafên jinan red dikin, têbikoşin. Em şervan em ê bi çekên xwe têkoşînê dewam bikin, divê hemû jin bi dengê xwe têkoşîna azadî, edaletî û wekheviyê mezin bikin.”

Back to top button