Arşîv

Çîroka serkeftinê ya Miyaseyê: Navenda tenduristiyê vekir, şifayê li taxê belav dike

Miyase Balta piştî têkoşîneke demdirêj şûnde navendeke tenduristiyê vekir û bêyî pere testa tenduristiyê dike û  bi vê armanc dike ku gel di alî xwedîbûna bi tendurist de bike xwedî hişmendî. Miyaseyê bang li hemû jinan kir ku ew dixwaze jin bi wê re bixebitin.

 

Jina bi navê Miyase Balta ya 28 salî ku tenê heta dibistana seretayî xwendiye, bi salan xwe pêş xist û tevlî kurs û semînerên tenduristiyê bû.  Miyaseyê ji kursan sertîfîka girt û got: “Ewil li taxa xwe derî bi derî geriyam û min jin di alî tenduristiyê de agahdar kir. Piştre min biryar da ku ez cihekî vebikim. Min cihekî ku testên bê pere dikir vekir.

 

Miyaseyê hemû jinên dixwaze xwe pêş bixîne vexwendiyê xebata ligel xwe kir û wiha got: “Ez her roj sibehê zarokê xwe yê biçûk digirim cem xwe û heta êvarê kontrolên tendursitiyê dikim.  Her kar mirovan diwestîne. Lê dema mirov kedê bidin û biwestin mirov kêfxweş dibin. Kesên tên navendê ewil testên endeksa beden, wendahiya avê û rîta dil dikim. Piştî van pêvajoya dermankirinê dest pê dike.”

 

Miyaseyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bila dest ji xeyalên xwe bernedin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27