Arşîv

‘Berxwedan û têkoşîna jinê berdewama projeya Rêber Apo’ye‘

Cara yekemîn 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê sala 1909‘an li Amerîkayê hate pîrozkirin. Partiya Sosyalîst a Amerîkayê ev roj wekî roja bîranîna greva jinên kedkar ên ku li New Yorkê ya li dijî mercên zehmet ên kar de, veqetandin.

Di sala 1856‘an bi hezaran jin li dijî mercên ne mirovî ên kar ku li ser wan hatibûn ferzkirin li kolanên bajarê New Yorkê daketin qadan. Polîsan êrişî çalakiya jinan kirin û çalakger ji hev belav kirin. Tevî vê yekê berpirsên siyasî mijara pirsgirêka jinan xistin lîsteya karê xwe yê rojane da ku wekî dozeke sereke ku pêwîst e were çareserkirin.

Ev dîmen di 8‘ê Adara 1908‘an carek din li kolanên bajarê New Yorkê dûbare bû, dîsa bi hezaran jinên kedkar ên karegeha tevnan daketin qadan. Jinan nanê hişk û baxên gulan hilgirtibûn ku wekî sembola tevgera çalakiyên xwe yên protestoyî nîşan dan û banga kêmkirina saetên kar û mafên jinan di hilbijartin û dengdanê de kirin.

Çalakiya jinên li Amerîkayê li Ewropayê deng veda. Li ser vê yekê Neteweyên Yekbûyî di sala 1977‘an 8‘ê Adarê wekî roja Jinan a Cîhanê ragihand, ev dîrok veguherî sembola têkoşîna jinê.

Derbarê girîngiya vê rojê jinên kantona Qamişlo nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Jinan gotin, ew ê asta têkoşînê bilind bikin û xwe bikin xelkên berxwedanê da ku projeya Rêber Abdullah a Ocalan a rizgarkirina jinan temam bikin.

Esma Murad a ji navçeya Girkê Legê jî yek ji jinên têşoşer e. Ji ber têkoşînê gelek caran ji aliyê rejîma Baas ve hatiye girtin. Esma got: “Ne ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye me nedizanî ku 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye.”

Esma polîtîkayên rejîma Baas ên qedexekirina pîrozkirina 8’ê Adarê bi bîr xist û wiha axivî: “Destekê bi hejmarek ku 10 jin derbas nedikir me Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikir. Ji ber ku rejîma Sûriyê em dorpêç dikirin û nedihişt ku em pîrozbahiyê lidar bixin. Rêjîmê em digirtin. Lê li rexma hemû tundiyan me pîroz dikir, ji ber îradeya me xurttir bû.”

Esma diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mafên herî besît ên jina destnîşan kir û got: “Ti kes nikare meşaleya vê rojê bitefîne, em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.”

Di sala 2011‘an de gelê Sûriyê li hemberî rejîma Bass rabûn serhildanan, ev serhildan bi rêya destwerdanên derve veguherî şoreşa çekdarî. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku di çarçoveya Şoreşa 19‘ê Tîrmehê de xeta sêyemîn hilbijart. Jinan di hemû qadên jiyanê; siyasî, leşkerî, civakî û doplomasî de serkeftinên mezin bidest xistin.

ROLA JINÊ DI ŞOREŞA ROJAVA DE

Rebîha Zefo bal kişand ser rola jinê ya di Şoreşa Rojava de û got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin ji bendên koletî, zulm û kesybaziyê rizgar bû û mafên xwe yê hatibû çewisandin nas kir.”

Zebîha axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî ku Rêberî dibêje azadiya welat girêdayî azadiya jinê ye. Ji bo vê yekê divê jin xwe bikin xelekên ji berxwedan û têkoşînê da ku projeya Rêbertî temam bikin.”

Back to top button