Arşîv

Federasyona Gaziyan 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyek nivîskî li tevahî jinan pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye;

“Em wek gazî û birîndarên şer 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, serî de li mîmarê bîrdoziya azadiya jinê li Rêber Apo û li hemû jinan pîroz dikin. Di kesayetiya sê xwişkên Mîrabel û şehîdên di oxira azadiyê de giyana xwe ji dest dane bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.

Divê jiyan li ser bingehê bîrdoziya rizgariya jinê were pêşxistin. Divê li ser azadkirina ji hişmendiya ku kapîtalîzm dide ferzkirin were pêşxistin. Divê jin li ser van esasan derkevin qadan, li ser xeta azadiyê çalakî werin lidarxistin. Divê xwedî li şopdarên ku berdêl dane derbikevin. Serî li hember hovîtiya ku dijmin dide meşandin derkevin û nepejirînin.

AZADÎ BÊ AX NABE

Her jinek li ser axa xwe jiyanê diafirine. Ger em bibêjin li axa dayîkê jiyan bedew e, ji berî her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Jina bê ax bê nasnameye, bê bîrdoziye. Îro modernîteya kapîtalîst bedena jinê dîl girtiye, pêwîste jin li koka xwe ya resen vegerin û xwe lêpirsîn bikin. Îro têkoşîna di cîhanê da tê kirin di bin pêşengiya jinê de ji bo hemû jinê êşkişandî tê kirin. Lê belê gelek jin hîna jî xwe ji bin bandora zilamê desthilatdar dernexistine. Erka her jinekê ye ku jinan rêxistin bike û hişyar bike. Ev erka me ye sereke ye ku em bizanibin hîna jinên ji mafê xwe bêpar mane hene. Ew jin di nava êşan de dijîn û wek amurekê tên bi kar anin.

Wek gazî û birîndarê şer me li hemberî dijminê tundraw şer kiriye, parçeyek ji destê xwe dane. Em bang li hemû jinan dikin ku yekîtiya xwe çêbikin. Rola xwe ya aşîtî azadiyê û wekhevê bilîzin û em hêvîdarin ku jina şoreşger wê bibe dengê hemû jinan. Wê jin bi ruhê jina şoreşger Sakîne Cansiz a ku di dirêjiya jiyana xwe de têkoşiya ye têbikoşin. Xeta jina azad wê biser bikeve, jinek azad civakek azad e.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27