Arşîv

Têkildarî 8‘ê Adarê meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê meşek bi meşeleyan li dar xist. Bi sedan jin, tevî endamên Kongreya Star ji çerxerêya Azadî dest bi meşê kirin.

Jinan posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û bê navbera dirûşmeyên şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan qîr kirin.

Meş li çerxerêya azadî rawestiya. Endama Koordînsyona Kongreya Star Hediya Şemo diyar kir ku dewleta Tirk her tim bi hemû rêbazan siyasî, leşkerî û civakî jinan dikin hedef, da ku neghêjin mafên xwe. Hediya got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re îsbat kirin ku di her qadan de dikarin serkeftinê pêk bînin û civakeke azad û demokratîk ava bikin.”

Back to top button