Arşîv

Di dema serweriya AKP`ê de tundiya li dijî jinan zêde bûye

Rojnameya Birgun a çepgir a Tirkiyê di raporeke xwe de diyar kir ku di sala 2002`yan de li Tirkiyê 66 jin hatine kuştin û ji dema serweriya AKP`ê de hejmar zêdetir bûye û di sala 2019`an de herî kêm 474 jin hatine kuştin.

Rojnameyê di rapora xwe de rapora ku ji aliyê hiqûqnas Sezgîn Tanrikulu ve bo boneya 8`ê Adarê hatibû amadekirin, esas girt. Li gorî raporê ku zêdetirî 49 jin di her du mehên destpêkê yên 2020`an hatine kuştin.

Li gorî serjimariyên hikmûmeta Tirkiyê, hejmara jinên ku bûne qurbaniyên tundiyê li Tirkiyê ji sedî 50 zêde bûye ku di sala 2015`an de 145 hezar bû û di sala 2018`an de 220 hezar bû.

Malperên Tirkî di demên berê de tekez kiribû ku di demên dawîn de kuştina jinan bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Back to top button