Arşîv

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên malbatên xwe di encama şerê li dijî çeteyên DIAŞ`ê de winda kirine, Komeleya Maya li bajarê Qamişlo vekir.

Di merasîma vekirinê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wensa Şawîş axivî û vekirina komeleyê li malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got: “Komele bi armanca piştgiriya jinên malbatên xwe di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker de winda kirine, hatiye vekirin.”

Wensa di berdwama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina Komeleya Maya û da zanîn ku ew hem madî û hem manewî piştgiriyê bidin malbatên şehîdan, li gel vê yekê ew ê komele pirsgirêkan jî çareser bike. Wensa anî ziman ku vekirina navendên wiha bi saya berdêlên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina xakê û garantiya jiyaneke birûmet de dane, têne vekirin.

Paşê komele ji aliyê diya şehîd Dijwar Şiwafa Mihemed ve hate vekirin. Şehîd Dijwar dema QSD`ê li dijî çeteyên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da, şehîd bûbû.

Back to top button