Arşîv

Li Reqayê panela “Jin buhara civakî ye”

Panel bi navê “Jin buhara civakê ye” bi beşdarbûna kesayetên siyasî, rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û jinên bajarê Reqayê li navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar ket.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Axaftina destpêkê ya panelê ji aliyê nivîskar û helbestvan Fewziya El-Mirî ve hate kirin. Fewziya bal kişand li ser “Taybetmendiyên mêtî ya ku li ser gerdûnê hatî avakirin, ku bingeha her tiştî ye. Roj mê ye, jiyan mê ye, stêrk mê ye û gelek zindiyên din hene ku vê taybetmendiyê hildigirin.”

Fewziya di berdewama axaftina xwe de îşaret bi Roja Jinan a Cîhanê, azarên jinan ji destpêka gerdûnê ve kişandin, rola wê di şaristaniyên mirovahiyê, şoreşa wê ya ji bo bidestxistina mafên xwe heta roja ragihandina Roja Jinan a Cîhanê kir.

Di panelê de 4 mijar girêdayî rewşa jinan hatin nîqaşkirin.

MIJARA 1: DÎROKA ROJA JINAN A CÎHANÊ

Endama Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef, di vê mijarê de dîroka Roja Jinan a Cîhanê, pêvajoyên lêgerîna jinan a mafên xwe re, ji xwepêşandanên bi armanca bi banga sivkirina kar destnîşan kir.

MIJARA 2: DI ŞER DE ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA JINAN DERDIKEVEIN

Di vê mijarê de Menal El-Dibis qala mekaneta rasteqîn a ku ol û baweriyan dane jinê, mafên wê, wekheviya di navbera jin û mêr de, heta di qadên şer de kir. Menal her wiha binpêkirinên ku çeteyanê DAIŞ‘ê li herêmên Sûriyê li dijî jinan pêk dianîn, destnîşan kir û got: “Jinan di şer de hevjîn, an bira an jî bavên xwe winda kir û bi tena xwe debara malbatên xwe bi cih dianî. Jin ji vê berpirisyartiyê reneviyan, lê belê hilgirtin û biser ketin.”

MIJARA 3: NÊRÎNA HEVBENDÎ YA LI JINAN DI ÇARESERIYA SIYASÎ DE

Endama Buroya Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Îman Xerîb, mijara rola jin di Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê de girt dest. Îman, hevbendî pênase kir, diyar kir ku hevbendiyeke niştimanî ye, banga pirrengî û demokrasiyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dike. Her wiha bi rola jinan a aktîv di civakî de bawer e, diyar dike ku hîn hîmê sereke di girtina biryarên ku xizmeta civakî dike û beşdarbûna wî di çareseriya siyasî de.

MIJARA 4: ÎSRARA JINÊ Û ÎSBATKIRINA HEBÛNA XWE

Endama Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Fatima El-Elî bal kişand ser kevneşopiyên paşverû yên ku ji aliyê feraseta baviksalarî ve li ser jinan dihat ferzkirin kir.

Fatima got: “Îro jinan rola xwe di girtina biryaran de û avakirina kesayeta xwe ya azad îsbat kirin û di qadên siyasî, çandî û aborî de pêşengtiyê dike.”

Planel bi nîqaşên beşdaran li ser mijaran bi dawî bû.

Back to top button