Arşîv

‘Tekoşîna 8’ê Adarê li hemberî newekhevî û bê mafiyê bû‘

Bi beşdarî dehan şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), şervanên QSD’ê û şervanên di şer de birîndar û gazî bûne li herêma Şedadê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyeke pîroz kirin. Di destpêka pîrozbahiyê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên di derbarê têkoşîna jinê de hate guhdar kirin.

Fermandara YPJ’ê Axîn Nucan, di destpêka axaftina xwe de roja 8′ Adarê, Roja Jinên Kedkarê Cîhanê li Rêber Apo , di şexsê YPJ’ê de li hemû jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê û li tevahiye jinên cîhanê pîroz kir û wiha domand; ” Di van rojan de hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat. Rêber Apo di hevdîtina xwe de silavên xwe ji hemû kesên têkoşînê didin meşandina re dişîne. Em jî ji vir heya Îmralî di rojeke wiha dîrokî de silav û heskirinên xwe ji Rêberê Azad re dişînin û vê rojê lê pîroz dikin.”

Axîn Nûcan, ev roj weke roja têkoşîna li dijî ne wekhevî, bê mafî û bê edaletiyê pênase kir û wiha got; “Despêkirina Têkoşîna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê di pêşengiya Clara Zetkin û Rosa Luksmuburk de heya roja me ya îro di şexsê Sara, Hevrîn û dayika Aqîda de, têkoşîneke tije berxwedan afirandiye. Ev heqîqet di şexsê jinên xwedî lêgerînên azadiyê de îro bûye sembola jiyana azad. Bi heqîqet û rastiya ku di vê rojê de hatiye kirin di serî de li hemberî tunekirina hêza jin û newekhevî û bê edaletiyê ye. Lê têkoşîna jinan ya di vê serdema me de bersiva herî mezin e ya li hemberî vê hişmendiya ku jin tune dihesibîne. Em weke YPJ’ê û tevahî jinên ji nasnameyên cuda ku li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn dimeşînin bi zanebûna vê rastiyê têdikoşin. Em jî di şexsê jina Bakur Rojhilatê Sûriyê de vê roja 8′ Adarê bi dildariyek mezin bi wate dikin. Bi mebesta vê rojê em careke din silav û heskirinê xwe ji dîlgirtiyên azadiyê re dişînin. Em carek din weke şervanên YPJ2ê ji hemû jinên ku tekoşîn dikin re soz û biryarbûna xwe di vê rojê de nû dikin.”

Pîrozbahiya şervanan bi stran û gerandina govenda hate bi dawî kirin.

Back to top button