Arşîv

Koçbera ji Idlibê: Weqfa Jina Azad piştgira rastîn a jinên Sûriyê ye

Weqfa Jina Azad a Sûriyê, her tim hewl dide destkeftiyên bêtir bi dest bixe. Jinên li Sûriyê ji zincîrên kevneşopên civakî û ji şerê ku bi sed hezaran sivîl bûn qurbanî, xilas bike.

Bi destpêkirina çirûska şoreşê re, xwepêşendan li tevahiya parêzgehên Sûriyê belav bûn. Di nav de parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûriyê. Pê re topbaran di navbera hêzên rêveberiya dewleta Sûriyê û komên çekdar de destpê kirin. Herî zêde sivîl rastî topbaranê hatin, ji ber wê bi hezaran sivîl koçber bûn.

Mêrvet Umer Dekuş (31) ji şêniyên herêma Cisir Şixur a li ser beravê çemê Asî li bakurê Idlibê ye. Ji ber şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û komên din ên ku Tirkiyê piştgiriya wan dikin de û hêzên rêveberiya dewleta Sûriyê de, bi hezaran sivîl hatin kuştin û koçber bûn. Mêrvet jî tevî malbata xwe bi rêya Heyva Sor a Sûriyê ber bi bajarê Qamişlo ve koçber bû.

Mêrvet girêdayî sedema koçberiyê ji ANHA’yê re axivî û got: “Beriya şer jiyana me, em dikarin bêjin hinekî baş bû. Dema 10 salî bûm, ez ji dayîka xwe fêrî dirûnê bûm. Min di mal cil didirûtin û alîkariya jiyana malbatê dikin. Ez li derveyî mal nexebitîm ji ber ku derfetên kar di werşeyên dirûnê de tune bûn.”

Piştî alozbûna rewşa li Sûriyê, di nav parêzgehên Sûriyê de şerên herî dijwar li Idlibê di navbera hêzên rêveberiya dewleta Sûriyê û komên çekdar de rû dan.

Mêrvet rojên topbarana li dijî herêma Cisir El-Şixur di destpêka şoreşê de bibîr xistin û got: “Jiyana me li herêmê asayî bû. Lê topbaran di navbera komên çekdar û rejîmê de destpê kirin. Vê rewşê gelek salan dirêj kir.”

Mêrvet diyar kir ku rewşa jinan li Idlibê li gel hebûna çeteyan û komên çekdar ne baş bû û got: “Jinan nedikarî derkevin derve, da ku hinek pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Ji ber ku rastî tengaviyên wan koman dihatin. Ji ber wê em neçar man gelek amûrên malê bifroşin. Jê amûra dirûnê ya ku me debara xwe pê dikir. Me firot ji bo ku pêvidiyên xwe yên rojane peyda bikin. Piştî dijwarbûna asta şer di navbera her du aliyan de, avahiya ku em tê de diman hate topbarankirin. Di encamê de hejmarek xizm û dostên me bûn qurbanî. Piştî topbaranê em li erdê bê stargeh man. Piştre me xwe spart mizgeftekê.”

Mêrvet wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di sala 2015’an de bi rêya hinek komeleyan û Heyva Sor a Sûriyê ji Idlibê derketin û gihaştin bajarê Qamişlo. Qamişlo ji herêmên din a herî ewle ye û tê de derfetên kar peyda dibin. Dema em gihaştin bajarê Qamişlo me malek li taxa Hîlaliye kirê kir. Piştre di komeleyeke taybet li bajêr a têkildarî karê dirûnê de min kar kir. Heya du salan ez li wir xebitîm.”

Piştî ku karê di komeleyê de rawestî, Mêrvet serî li Weqfa Jina Azad a li Qamişlo da. Berê xwe da navendê da ku derfetek kar bidest bixe. Mêrvet dibêje: “Dema ez çûm weqfê rewşa min xirab bû. Min rewşa xwe ji rêveberiya weqfê re şîrove kir. Piştî hefteyekê min di weqfeyê de dest bikar kir û min dewreyên dirûnê dan kesên ku dixwazin fêr bibin.”

Mêrvet wiha berdewam kir: “Piştî min dest bikar kir, rewşa min a derûnî hate guhertin. Baweriya min bi kar xurt kir. Ev kar hêz û vîn ji min re vegerand da ku bibim yek ji jinên ku bi şadî di tevahiya waran de kar dikin. Bêyî ku bêjim ez Kurd im, Ereb im an jî Suryan im.”

Mêrvet hêvî kir ku tevahiya jinên ku li kar digerin, serdana Weqfa Jina Azad a Sûriyê bikin ji ber ku ew piştgira rastîn a jinên li Sûriyê ye.

Back to top button