Arşîv

Dirûnkar Wehîde… bi xebata xwe parastina çand û mîrasa Kurd dike

Wehîde Mihemed (50) ji şêniyên gundê Kobekê yê naçeya Mabeta ye û dayika 4 zarokan ye; 3 kur û keçek. Wekî bi hezaran şêniyên herêmê koçberî kantona Şehbayê bû û li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê bi cih bû.

Hezkirina Wehîde ya dirûnkariyê hişt ku bibe pispor. Her wiha di destpêkê de li mala xwe ya Şêxmeqsûdê kar kir û heta çend salan dirêj kir. Lê belê di encama êrişên komên çete yên li dijî bajarê Helebê de, Wehîde tevî alavên xwe yên dirûnê koçberî kantona Efrînê bû da ku li wir dest bi xebatê bike û 8 salan dom kir.

Wehîde di nava şêniyên Heleb û Efrînê de bi başbûn, dirûnkarî û afirîneriya xwe di nexşeyan de navdar e û ji yekemîn jinên ku dirûnkariyê dikin.

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrînê, Wehîde neçar ma tevî şêniyên dîtir berê xwe bide kantona Şehbayê. Li Şehbayê, Wehîde dîsa tevî derfetên kêm xebata xwe vejand.

Têkildarî çawaniya parastina li ser kevneşopî bi rêya dirûtinê, Wehîde Mihemed wiha axivî: “Dem min dest bi karê dirûnê kiriye, jinan wê demê cilên folklorîk li ber nedikirin. Lê belê piştî şoreşê, pêşwaziyeke mezin a lixwekirin û dirûtina cil û bergên kurdî yên efrînî hebû.”

Wehîde wiha domand: “Xewna Erdogan mîras û kevneşopên xwe winda bikin. Lê belê em wek jin tu carê kevneşopî û mîrasa xwe ji bîr nakin û dê pê ve zêdetir girêdayî bin.”

Wehîde ne tenê bi xwe karê dirûnê dikir, lê belê dest bi perwerdekirina keçên Efrînê yên koçber jî kir. Li aliyekî din jî Navenda Çand û Huner û Tevgera Hîlala Zêrîn xwe dispêrin cilên wê ji bo tîmên dîlan û stranê.

Wehîde Mihemed wiha bi dawî kir: “Di meha Adarê ya ku bi meha şahiya li gel Kurdan tê nasîn, jin û keç bi awayekî mezin berê xwe didin ku caw û cilên efrîniyan bikirin da ku ji tevahî cîhanê re bisepînin ku bi folklora xwe ve girêdayî ne.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27