Arşîv

Gulê Selmo li Helebê hate bibîranîn

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo bîranîna şehîda Kongreya Star Gulê Selmo li kolana 20 a beşê rojavayê taxa Şêxmeqûsdê cihê ku Gulê Selmo lê şehîd ket, hatin cem hev û gul li derdora wêneyên wê danîn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Komîna Şehîd Gulê Semlo, Mewlûda Silêman axivî û got: “Di salvegera 8‘emîn a şehadeta endama Kongreya Star Gulê Selmo de em bejna xwe li hemberî giyanên şehîdên ku meşeleya şoreşa me neditewînin. Şehîd hêz û îradeya me ne.”

Mewlûda anî ziman ku “Şehîd Gulê Selmo bê westandin kar xwe dikir û bi rihê şoreşgerî têdikoşiya ji ber vê yekê destê xedirê wê kir hedef. Şehîd Gulê Selmo sembola jina azad a têkoşer e.

Mewlûda di dawiya axaftina xwe de soz şopandina rêya şehîda da.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Di sala 2012‘an de bi avakirina Meclisa Gel a taxa Şêxmeqûsdê re Gulê Selmo cihê xwe di nava meclisê de girt. Bi destpêka êrişên komên çete yên li ser gelê Kurd re di 10‘ê Adara êrişî taxa Şêxmeqûdê hate kirin, komên çete hewl dan rojnamevankî ku bi Gulê Selmo re bû bigirin. Gulê Semlo a ku rojnamevan xilas kir bi guleyên çeteyan di serê xwe de birîndar dibe û di 13‘ê Adarê de şehîd dibe.

Back to top button