Arşîv

​​​​​​​Koçberî li pêşiya pêşxistina behreya wê nebû kelem

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di serî de qirkirina çanda pêkhateyên herêmê kir armanc. Li ser vê yekê hemû rêbazên mîna yên DAIŞ‘ê pêk tîne da ku bighêje vê armancê.

Di encama êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê ku heta niha berdewam e, zêdeyî 300 hezar sivîl ji herêmên li ser sînor ên ku ku Tirkiyê dagir kirine koçberî deverên cûda yên Rêveberiya Xweser bûn.

Her koçberek li gorî hêza xwe û bi şêwazê xwe berxwedanê didomîne. Ji wan jina bi navê Sana Ebas e ya ji bajarê Serêkaniyê ye ku li piyano dide.

Sena ya ku koçberî Reqayê bûye, koçberî ji pêşiya pêşxistina behreya xwe wekî astnegî nedît, lê belê dikarî berhemên keda xwe qezenc bike û bibe hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê.

Sena Ebas ji gundê Um Îzam ê Serêkaniyê ye, ji peymangeha mûzîk derçûye. Sena bi dayîna dersên mûzîkê ji bo zarokan li navenda çandê ya Serêkaniyê dest pê dike piştre dibe endamek Yekitiya Hunermendan.

Sena ji ANHA‘yê re diyar kir ku dema wê waneyên notên mûzîkê dida zarokan girêdanek xurt a ji lêdana amûrên di nav xwe de dibîne, li ser vê piyano hilbijart. Sena wiha dibêje: “Min hîs kir ku ev amûr a herî nêzî kesayeta min e. Min dikarî xwe fêrî lêdana tembûrê jî bikim. Destpêkê min zarok fêrî mûzîkê kirin, ji ber ku kar bi zarokan re hestek kûr ji rihetiyê dide min.”

DI DEMA KOÇBERIYÊ BEHREYA XWE PÊŞ XIST

Sena destnîşan kir ku tevî koçberiyê teslîm nebû, behreya xwe berdewam dike û zarok perwerde perwerde dike. Sena bi hevkariya navenda Çand û Hunerê ya Reqayê komek zarokan a stranan ava kiriye.

Sena navê “Feyrûz” li koma xwe kiriye ku zarokan fêrî stranên netewî yê Feyrûz dike. Her wiha li ser zarokên komkujiyên li Efrîn, Til Rifet û herêmên din ên dagirkirî stran pêşkêş kirin.

Sena di karê xwe de dikarîbûn baweriya rêveberên navenda çandê ya Reqayê bigire û dibe hevseroka navendê.

Li ser bajarê xwe Serêkaniyê Sena Ebas dibêje: “Bajarê min mîna baxek gulên reng reng bû, dagirekriya Tirk û çeteyên wê yên îdia dikin ku Sûrî ne hatin bajar wêran kirin û niştecihên wê koçber kirin, ji bo razîkirina sultanê xwe yên li Enqere rûniştiye her tişt helal kirin.”

Back to top button