Arşîv

Bi xebateke komînal karê xemilandina şarpeyan dikin

Hunera çêkirina dorên şarpeyan ji hunerên çandî tê hesibandin. Her wiha lêçûna wê kêm e û karê wê hêsan e. Efrînî ji wan re dibêjin ‘şaşî’. Şaşî xweşikbûnekê dide kesên ku li xwe dikin. Rengên cuda tê de hene û bi morîkan tên xemilandin. Wek stareyek ji bo serî yan jî wek xemleke li ser milan an jî di odeyên malê de wek semboleke çandî tên bikaranîn.

Gelek jinên Efrînê bi vê pîşeyê dizanin. Yek ji wan jî Silava Mistefa (20) ye. Silava ji şêniyên gundê Badîna yê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Mîna bi hezaran şêniyên kantona Efrînê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Silava tevî malbata xwe neçar ma ber bi navçeya Erhez ve koçber bibe.

Silava pîşeya çêkirina dorên şaşiyan di 13 saliya xwe de ji cîrana xwe ya temenmezin li gund fêr dibe. Piştî koçberiyê li navçeya Ehrezê carek din dest bi vê pîşeyê kir û vejand. Di destpêkê de Silava bê pere kar kir. Lê piştî ku daxwaz li ser zêde bû, li beramberî destheqeke kêm kar kir. Ruxmî westanê û êşa di çavên xwe de lê karê xwe domand da ku vê hunerê li herêmê belav bike.

BI PÎŞEYA XWE KARÎ JINAN DI XEBATEKE KOMÎNAL DE KOM BIKE

Pîşeya çêkirina dorên şaşiyan, ne tenê hunerek e lê belê jinên herêmê li hev kom dike. Bi rêya celseyên kar vegerîn jiyaneke komînal. Li mala Silava jin kom dibin û di ber çêkirina dorên şaşiyan re nîqaşên girêdayî girêdana bi çand û kulturê û rola jinan di parastina wê de dikin.

Silava wiha axivî: “Piştî em koçber bûn û li navçeyê bi cih bûn, tu kar li pêşiya min tune bû. Lê ji ber tecrubeya min di çêkirina dorên şaşiyan de, min şerpaya hevserê xwe xemiland. Ji vir min dîsa dest bi kar kir.”

Silava wiha domand: “Şêniyên navçeyê rêbaza xemilandinê eciband. Ji ber wê xwestin ez ji wan re dorên şerpayên wan çêkim. Ji ber ku ev pîşe li navçeya Ehrezê nayê naskirin û ji bo wan tiştek nû bû, lê piştre bi lez belav bû.”

Silava jinên ciwan ên navçeyê fêrî vê hunerê dike girêdayî wê dibêje: “Ez gelek kêfxweş im, ji ber ku jinan fêrî vê hunerê dikin. Ev huner di nav şêniyan de êdî tê hezkirin û daxwaz li ser pir e.”

Back to top button