Arşîv

Şîraz Hemo: Rizgarkirina Efrînê armanca me ya yekemîn e

“Tirkiye li Efrînê li dijî nirxên demokrasiyê bê navber êrîşan dike. Lê gelê Efrîn’ê jî dê li hember van êrîşan berxwedana xwe heya rizgarkirina kantonê berdewam bike.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Şîraz Hemo, rewşa Efrînê ya ku du sale di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye nirxand. şiraz hemo got ku, Tirkiyê ev du salin bê navber êrîşî nirxen demokratîk dike û hewl dide ku mayînde Efrîn’ê dagirbike.

TIRKIYÊ SIYASETA FIREHKIRINÊ DIMEŞÎNE

Girêdayî mijarê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ya dagirkirî Şîraz Hemo got: “Dewleta Tirk li her erdnîgariyekê ku dagir dike siyaseta firehkirinê dimeşîne ji bo ku hebûna xwe wek dewlet misoger bike. Dewleta Tirk hertim digot ew rastî topbaranê ji aliyê Sûriyê ve tê û ew tişt ewlehiya wê ya neteweyî li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê dixe xeteriyê. Lê em dizanin ku ev propaganda tenê ji bi dagerkeriyê kir hincet. Li vir pirsek xwe dide pêş; gelo ewlehiya neteweyî ya Sûriyê piştî êrişên Tirkiyê li ku derê ma?”

ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ, ÊRIŞÊN LI DIJÎ BERHEMÊN AŞTIYÊ NE

Têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Efrînê Şîraz diyar kir ku dewleta Tirk ji berê ve li dijî projeyên demokratîk e, êrişên wê li dijî Efrînê berdewama zihniyeta osmanî ye.

Şîraz wiha domand: “Projeya demokratîk a li Bakurê Sûriyê pêşketiye li kêfa dewleta Tirk nehat ku li herêmên ku xwe bi xwe birêve dibin temaşe bike û ewlehî tê de serwer e. Êrişên wê li dijî Efrînê destpêka êrişên wê li dijî projeya demokratîk bû. Yanî wê êrişî berhemên aştiyê li Efrînê kir. Mebesta min birêvebirina gel xwe bi xwe û meşandina pergala demokratîk e. Dagirkirina Efrînê dagirkirina tevna civakî ya Efrînê û wêrankirina muzeyîka wê ya çandî bû.”

TIRKIYÊ BI MUDEXELEYA XWE ALOZIYA SÛRIYÊ KURTIR KIR

Şîraz diyar kir ku mudexeleya Tirkiyê yên di Sûriyê de aloziya wê kûrtir kir û wiha pê de çû: “Tirkiyê ne mîna ku îdia dike, ku ew tev li çareserkirina aloziya Sûriyê bibe. Ji destpêka êrişan ve komkujî pêk anîn û bi mudexeleyên xwe aloziyê welêt kûrtir kir.”

TIRKIYÊ QANÛN Û PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ KIRIN

Şîraz di nav gotinên xwe de bal kişand ser ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li dijî Efrînê de binesaziya bajêr, dibistan û cihên dîrokî topbaran kirin. Bi vê yekê tevahiya qanûn û peymanên navneteweyî binpê kirin.

HEMÛ LIHEV DIKIN KU TIRKIYÊ SÛCÊN ŞER PÊK ANÎNE

Girêdayî kongre û komxebatên ku ji bo kantona Efrînê lidar ketine, Şîraz wiha axivî: “Komxebatek ji bo qirkirina nejadî û guhertina demografîk a ku li Efrînê rû dide, hate lidarxistin. Dewleta Tirk li kantona Efrînê ji destpêka dagirkirinê ve şêniyên resen derdixe û li şûna wan şêniyên ji derveyî kantonê bicih dike. Ev tişt heya vê kêliyê berdewam e.

Di meha Kanûna sala borî de kongreyek navneteweyî girêdayî Efrînê bi tevlîbûna akademisyan, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevanan li Burkselê li dar ket. Di kongreyê de hate ragihandin ku Erdogan sûcên şer pêk anîne. Her wiha hate destnîşankirin ku pêwîste dadgehek herêmî ava bibe ji bo ku sûcdarên van sûcan li herêmê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin. Her wiha di sala 2018`an û 2019`an de du komxebat girêdayî guhertina demografîk lidar ketin. Beşdarên her du komxebatan lihev kirin ku Erdogan sûcên şer li axa Sûriyê ya ku dagir dike, pêk tîne bi taybet li Efrînê.”

TIRKIYÊ BEŞAN QUT DIKE JI BO KU SIYASETA XWE YA FIREHKIRINÊ BÎNE CIH

Şîraz armancên Tirkiyê ji dagirkirina axa Sûriyê û kantona Efrînê bi taybet anîn ziman û got: “Tirkiyê hewl dide siyaseta xwe li herêmê bide rûniştandin û axa Sûriyê ji hev qut dike. Dîwarek li Efrînê lê kir ji bo ku wê ji herêmên Sûriyê qut bike tevî ku Efrîn axa Sûriyê ye. Siyasetên li Sûriyê têne meşandin encamên kongreyên dewletên ku mudexeleya Sûriyê kirine.”

RIZGARKIRINA EFRÎNÊ ARMANCA ME YA SEREKE YE

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Şîraz Hemo di dawiyê de got: “Wek rêveberiya herêma Efrînê û gelê wê em ê çalakiyên xwe li ser astên hundir û dîplomasî berdewam bikin. Mijara rizgarkirina Efrînê ji armanca me ya siyasî ya yekemîn e. Divê gelê Efrînê vegere warê xwe. Her wiha çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were peydakirin.”

Back to top button