Arşîv

Meclisa Jinan: Dewleta Tirk nikare meşaleya azadiyê vemirîne

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyand ku dibe ku dewleta Tirk xak dagir kiribe û hewl dide demografiyê biguherîne lê nikare meşaleya azadiyê vemirîne.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî Meclisa Jinan wiha ye:

“2 sal di ser dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê re derbas bûn. 18’ê Adarê salvegera duyemîn a dagirkirina dewleta Tirk û komên terorîst a dagirkirina Efrînê ye, bi hemleya bi navê Şaxê Zeytûnê ku rûyê şaxa zeytûnê reş kir, Efrîn dagir kir.

Dagirkirina Efrînê di encama komploya navdewletî ya zilmkar bûn, tê de gelek dewlet çi bi piştevaniya yekser çi jî bi bêdengiya der barê binpêkirinên li Efrînê dibûn re beşdar bûn. Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê wêrankirina bizanebûn pêk anî, her wiha tevahî cihên dîrokî yên herêma ji darên zeytûnê bigire heta bi cihên dîrokî û şûnwarî ve ku cudahiya Efrînê didin der, wêran kirin. Li aliyekî din jî li şûna kurdên resen, şêniyên ji herêmên dîtir bi mebesta guhartina demografiya herêmê li Efrînê bi cih kirin. Bi basên kesk ew şênî û di encama hevdîtinên Astanayê de der barê girêbesta Xota li beramber Efrînê li wir bi cih kirin û demografiya herêmê guhartin. Bi wê re jî şanseke da rejîma Sûriyê, li aliyekî din jî ku nefesên xwe li hember pêkanîna dewleta Tirk a destkeftiyên li herêmê bistîne, her wiha di serî de jî projeya demokratîk ku li gorî îdîaya wê ku gefan li ewlehiya wê dixwe, derbe bike.

Birîna Efrînê piştî sal û nîvekê vegerî û li Serêkaniyê û Girê Spî xwîna wê herikî, her wiha bi senaryoyên mîna li Efrînê pêk anîne li wan herêman jî pêk anîn. Hê jî alava şer a Tirkiyê rihên sivîlan ji jin, zarok û kalepîran dide ber xwe, hê jî taûna dewleta Tirkiyê li xaka Sûriyê belav dibe û xakên wê bêyî li gorî peyman û mîsaqên navdewletî tev bigere, dagir dike.

Lê belê heta niha û ger ku dewleta Tirk karî xaka dagir bikira û demografiya wê biguheriya, lê li pêş guhartina rihên şêniyên tê de û şêniyên bizorê koçber bûne aciz e û nikare meşaleya azadiyê ya di wijdan û dilê hemû Kurdan û welatparêzan de biguherîne. Zilm û hovîtî çi qas bilind bibe bila bibe, dê zilm bi xwe re israr û bertekê bîne û dê rojekê maf li xwediyan vegere.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Rihme li şehîdên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê” û “Dê koçber li warên xwe vegerin” bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27