Arşîv

YPJ: Newroza 2020’an bibe Newroza tolhildan û serkeftina dîrokî

​​​​​​​Fermandariya Giştî ya YPJ`ê cejna Newrozê pîroz kir: ” Newroza 2020’an bibe Newroza tolhildan û serkeftina dîrokî.”

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em Newroza ku bûye sembola bihara gelan, di sala 2020’an de bi rihê Berxwedana Rûmetê pêşwazî dikin û vê cejna pîroz li şehîdên şoreşê, li Rêber APO, bi taybetî jî li gelê berxwedêr ê ku bi sala ye bê rawestîn her di nava germahiya şoreşê de xebat dike, li gelê Rojhilata Navîn û li giştî cîhanê pîroz dikin.

Gelê Kurdistanî bi hezarê salane bê sekn û tebat li hember zilm û dagirkeriyê her li berxweda ye û tu carî serî netewandiye. Bi hevgirtina dîrokî ya gelan her carê dawiya împarator û hêzên dagirker hatiye. Ev berxwedana bi rûmet ya gelan di destana Kawayê hesinkar de, bi rengek herî watedar xwe pênase kiriye. Gelê Kurd, Asûrî, Fars, Tirkmen, Êzîdî… bi geşkirina agirê Newrozê re roja xwe ya nû, serkeftina xwe ya li dijî zilimkaran pîroz kirine. Di vê wateyê de Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de bi bîranîna serkeftina li hemberî Dehaqane. Ev jî dibe rênîşana berxwedanê ya li hemberî dehaqên demê. Dibe nexşerêya serî hildan û berxwedana gelan a li hemberî her awayî zilm, dagirkerî, talan û destdirêjiyê.

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi bîrxistina Newrozê ji bo me tê wateya nûkirina soza tolhildanê. Di oxira azadî û serfiraziyê de wek YPJ me jî di tekoşîna dijwar a şoreşa Rojava de bi hezaran bedelên giranbiha da. Ji ber wê bi wesîleya vê rojê, bilindkirina şerê azadî û hebûnê, ji bo me dibe soza herî bi rûmet a ku em bidin berxwedêrên Newrozê.

Îro pêwîste em ji her demê zêdetir bi rûhê Newrozê xwedî li hebûna xwe ya ku di bin komplo û metirsiyeke mezin de ye derkevin û ji bo parastina nasname û welatê xwe, ji bo têkbirina Dehaqên demê divê herkes bi perspektîfa Rêber APO a şerê gelê şoreşgerî, nasnama xwe, hebûna xwe, rûmeta xwe, welatê xwe, tax û mala xwe biparêze. Ji ber gelê Kurd di dîrokê de rastî gelek êş û azaran hatiye, ji Helepçeyê hetanî serhildana Qamişlo, ji Geliyê Zîlan hetanî Mahabat û Efrînê, herî dawî jî li Serêkaniyê û Girê Spî careke din xwestin hebûna gelê Kurd û gelê herêmê ji holê rakin. Li hemberî van komkujî û komployan ji destana Kawayê Hesinkar hetanî qehremanên demê wekî Arîn Mîrkan, Barîn, Avesta, îlan û herî dawî jî Ronahî û Berxwedan ji bo vejîna gelê herêmê, canê xwe feda kirin. Ev jî nîşan dide ku îro bi sed hezaran Kawa li hemberî zilma Dehaqên demê şer û tekoşîneke bê eman dimeşînin.

Îro jî di pêşengiya şervanên YPJ’ê de şerê Rûmetê tê meşandin. Em îsal agirê Newrozê bi ruhê Ronahî, Zîn, Amara, Zîlan, Dilovan, Bermal, Hevrîn û dayîka Eqîde bi şanazî pêdixin û geş dikin. Em bawerin ku bi xurtkirina rêxistinbûn û berxwedana jinê wê Newroza 2020’an bibe Newroza tolhildan û serkeftina dîrokî.

Weke Hêzên Parastina Jin (YPJ) em bi ruhê Newrozê soza bilindkirina tekoşîn û berxwedanê didin. Bi hêvî û baweriya ku wê hemû rojên me mîna Newrozê bi tekoşînê dagirtî bin û wê serkeftin bibe ya gelê me, em careke din Newroza gelê xwe, Newroza hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin.”

Back to top button