Arşîv

Kongre Star Newroz li gelê Kurd, jinan û malbatên şehîdan pîroz kir

Têkildarî mijarê Kongre Star peymana pîrozbahiyê weşand.

Peyam wiha ye:

“Di şexsê şehîd Mezlûm Dogan ,Zekiye Alkan ,Rehşan Demerel , Seme Yuce yên ku soza xwe pêk anîn û ev roj weke roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê îlan kirin de û li ser vî esasî cejna ku bi hezarê salan tê pîrozkirin bi agirê bedena xwe yê pîroz gurtir kirin, cejna we pîroz dikin.

Newroz roja bilindkirina têkoşîna beramberî faşîzim, desthiladarî, zilm û zordariyê ye û gelên herêmê bi pêşengtiya jinan tu carî li ber hemû êrîşên ku dihat ser herêmê serî netewand û her meşeleya têkoşînê bilind dikirin.

Sersala kurdî roja têkbirina tarîtî û êşê bi rojhilata roja 21’ê Adarê ye, her wiha bi hêviya ku newroza 2020’an bibe wesîleya yekitiye gelên herêmê, têkbirina faşîzm, dagirkerî, rizgarkirina Efrîn Serêkaniyê û Girê spî ye.

Di şert û mercên îsal de dibe ku em nikaribin bi girseyî bi cil û bergên xwe yên gelerî bi hev re Newrozê pîroz bikin, lê wê her mal, kolan û gund bibe qadên Newrozê. Careke din li rêber Apo û tevahiya gelên neteweya demokratîk pîroz dikin.”

Back to top button