Arşîv

​​​​​​​YPJ: Hesabê me yê bi hêzên komploger re xelas nebûye

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê salvegera ‘Pêngava Têkbirina DAIŞ’ê’ de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi vê boneye şehîdên pêngavên têkbirina DAIŞ’ê bi bîr anîn.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Îro em yekemîn salvegera serkeftina dîrokî ya “Pêngava Têkbirina DAIŞ’ê” pêşwazî dikin. Ev pêngava dîrokî di encama têkoşîna dijwar a 8 salan û berdelên giranbiha ya keç û xortên vî welatî de serkeftina xwe ji tevahî cîhanê re ragihand. Em şehîd Silava Efrîn, Jînda Tiltemir, Arîn Mîrkan, şehîdên enternasyonalîst Sîbel Bulut, Îvana Hoffman, Destan Temmuz, şehîdên Berxwedana Serdemê, her wiha şehîdên pêngava Dêrazorê; şehîd Berfîn, Ronya, Guneş û Amara Efrîn û herî dawî jî tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin.

Bi salan e mirovahî şahidî ji talan, dagirkirin û zilma hêzên komploger ya li ser gelan re dike. Di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de, hêzên komploger careke din zilma xwe belavî cîhanê kir. Bi rengekî vekirî û hovane bi hezaran însan qetil kirin û pêl bi pêl êrişî îradeya mirovan kirin. Di van êrişan de jî herî zêde jin bi tehdît û xetereyeke mezin re rû bi rû hatin. Jina ku nûnera nirxên çandî, dîrokî û manewî ya civakê ye, rastî destdirêjî û hovîtiyeke mezin hat.

‘JINA KURD ÎRADEYA XWE RADESTÎ ÇETEYAN NEKIR’

Jina Kurd a ku felsefeya rêber Apo nas kiribû û xwedî zanistiya berxwedêriya jinê bû, îradeya xwe radestî van hêzên çete nekir. Ev sekna jinan, çembereke parastinê li dora gelan ava kir, vê carê şoreşa Rojava li Minbicê, Tapqa, li Reqa û Dêrazorê veguherî cejna tevahî gelên herêmê.

Ciwanên Ereb, Çerkez, Suryan, Tirkmen û Kurd vê carê di bin sîwana QSD’ê de parastina xwe xurttir kir û bi hev re mil bi mil tevahî herêmên xwe ji destê çeteyan rizgar kirin. Ev agirê şoreşê careke din dijwariya hêrs û berxwedana gelan a li dijî zalim û dagirkeran nîşan da.

‘SERKEFTINA DÎROKÎ BI YEKITIYA GELÊN HERÊMÊ PÊK HAT’

Di 23’yê Adarê de bi pêşengiya YPJ’ê fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) binkeftina xîlafeta DAIŞ’ê ragihand. Bêguman ev serkeftina dîrokî bi yekbûna gelê herêmê yê Ereb, Kurd, Asûrî, Tirkmen û Çerkez pêk hat. Ango gelê herêmê bi avakirina yekitiya xwe û bi xurtkirina hêza xwe ya parastinê QSD’ê re komplo û dagirkeriya ku bi salan bû li herêmê dewam dikir, têk bir, dawî lê anî. Heger yekitiya gelan pêk nehata, heger ciwanên vî welatî nebana yek û parastina xwe xurttir nekiribana, ne mimkun bû ku hovîtî û zilma DAIŞ’ê bi dawî bibûya. Di vê wateyê de serxistina Pêngava Têkbirina DAIŞ’ê di encama ked, têkoşîn û yekitiya hemû gelê herêmê pêkhat. Bi vî rengî DAIŞ wek sembola wehşet û zilmê, YPJ û QSD jî wek sembola xilasiya jin û gelan derbasî rûpelên dîrokê bûn.

YPJ li ser bingehê rêgeza neteweya demokratîk, di eniyên berxwedanê de yekitiya jinan ava kir. Ev sekna birûmet bandor li ser tevahî gelê herêmê kir. Êdî gel xwedî li destkeftiyên şoreşê derket û tevlêbûna xwe ya ji refên parastinê re xurttir kir. Ev jî nîşaneya rola diyarker a şervanên YPJ’ê ya di nava QSD’ê de ye. Gel û jinên Bakur-Rojhilatê Sûrî xwe spartin danehev û tecrûbeyên QSD-YPJ’ê û ji bo ku yekitiya exlaqî û polîtîk a gelê herêmê bixin bin garantiyê û biparêzin meclîsên xwe yên leşkerî ava kirin.

‘DEWLETA TIRK NÛNERA HÊZÊN KOMPLOGER E’

DAIŞ serweriya xwe ya erdnîgarî û fîzîkî winda kir, lê yên ku DAIŞ ava kirin, ango dewleta Tirk a dagirker û hêzên navdewletî, îro careke din êrişî destkeftiyên şoreşê dikin. Di vê wateyê de hesabê me yê bi hêzên komploger, yên dagirker re xelas nebûye. Dewleta Tirk a dagirker ku bûye nûnera hêzên komploger ên navdewletî êrişî bajarê berxwedêr Efrînê kir û ev êrişên wê heya roja îro ranewestiyane. Di kêliya ku projeya jiyana gelan a hevbeş û demokratîk li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibû, hêzên dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de, ango di salvegera komploya navdewletî ya li dijî rêberê gelan birêz Ocalan, careke din êrişî tevahî herêmê kir û bajarê me Serêkaniyê û Til Ebyad dagir kir. Bi rêbazên herî hovane êriş bire ser gelê herêmê. Çekên kîmyewî bi kar anîn û pêşenga civakê Hevrîn Xelef bi rêbazeke hovane ya neexlaqî qetil kir. Di şexsê Hevrîn de êrişî kesayeta jina azadbûyî kirin û bi vê êrişê re careke din xwestin çavê gelê herêmê bitirsînin. Xwestin yekbûna jin û gelan a avabûyî belav bikin da ku hişmendiya xwe ya mêtînger û tecawîzkar ferz bikin û xaka zêrîn a herêmê tevahî dagir bikin. Lê gelê herêmê ev komplo nepejirand û bi rengekî xurt nerazîbûna xwe ya li hember vê dagirkeriyê nîşan da.

Va ye îro jî li hember vê dagirkeriyê pêngava me ya Berxwedana Rûmetê didome. Ji bo em dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin û komploya nûjenbûyî têk bibin, pêwîst e gelê herêmê yekitiya xwe xurttir bike û bi rengekî birêxistinbûyî li dijî her awayî êrişan bisekinin. Em jî wek YPJ soz didin tevahî jinan û gelê herêmê ku em ê hêvî û baweriya wan bi têkoşîneke bilindtir bikin û careke din mizgîniya têkbirina hêzên komploger diyarî gelê herêmê bikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27