Arşîv

Bi Covîd-19 re li Fransayê tundiya li dijî jinê jî zêde bû

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Chrîstophe Castaner got, li qadên ku jenderme lê berpirsyar in, di nava hefteyekê de tundiya li dijî jinê bi rêjeya 32 ji sedî zêde bûye.

Li Fransayê, ku ji bo pêşî li belavbûna şewba Covîd-19 bê girtin mirov neçar in li malê bimînin, tê gotin ku tundiya li jinê zêde bûye.

Wezîrê Karên Hundir Chrîstophe Canstaner ji qenala televîzyonê ya France 2 re axivî û diyar kir ku tundiya li nava malbatê di nava hefteyekê de li herêmên ku jenderme lê berpirsyar in bi rêjeya 32 ji sedî zêde bûye. Castaner got, li qada ku Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê lê berpirsyar e bi rêjeya 36 ji sedî zêde bûye.

Wezîr diyar kir, li dijî vê şewba tundiyê li wê li dermanfiroşan sîstemeke hişyarkirinê bixin meriyetê. Wezîr got, bi rêya vê yekê ew dixwazin derfetê bidin jinan ên ku bêyî hevserên xwe çûne dermanfiroşan karibin îxbarê bikin.

Wezîr ragihand, wan ferman dane hêzên ewlekariyê ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û destnîşan kir, têkoşîna li dijî tundiya li jinê yek ji karê wan ê sereke ye.

Back to top button