Arşîv

Kongreya Star têkildarî bûyera xwekuştina jinekê li Kobanê daxuyaniyek da

Kongreya Star têkildarî bûyera xwekuştina jinekê li Kobanê, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wek rêxistineke jinan, xwekuştin û kuştina jinan bi çi navî dibe bila bibe, şermezar dikin.

Li Kobanê îro jina bi navê Emîha ya 21 salî, xwe kuşt. Kongreya Star der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û bang li saziyên pêwendîdar kir ku berpirsyarên vê bûyerê werin darizandin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Ji destpêka şoreşa Rojava ta roja me ya îro ji bo bidestxistina mafên jinan ên azadî û wekheviyê bêguman têkoşînek tê kirin, lê tevî têkoşîna ku tê kirin jî, di encama zîhniyeta civakî ya serdest a li ser jinan û zewacên di temenê biçûk de, di bin navê urf û adet û kevneşopên civakê de hîna jin rastî kuştin û xwekuştinê tên.

Îro dîsa li Kobanê jina bi navê Emîha di temenê 21 salî de xwe kuşt, jixwe tê zanîn ku diya keçekê ye, jineke ciwan e, ji ber bêtehemuliya zîhniyeta civakî ya serdest ji mafê xwe yê jiyanê tê mehrûmkirin, tenê ji ber ku jin e, bila deng neke, eyb e. Jin jî çareseriyê di xwekuştinê de dibîne. Ev xwekuştin ji aliyê civakê ve jî tiştekî rewa ye, ji ber ku hîna wek namûs li jinan tê nihêrtin û tu deng ji civakê nayê.

Em wek tevgera jinan Kongreya Star vê yekê wek xetere li ser jiyana jinan dibînin. Em dibînin ku kiryarên kuştin û xwekuştinê pir zêde bûne û jin ji mafê xwe yê xwezayî yê jiyanê tên dûrxistin, tenê ji ber zîhniyeta serdest a zilaman ku hebûn û mafên jinan napejirînin û bi desthilatdarî û serweriya xwe ya li ser jinan dixwazin mafên jinan ên hebûn û nasnameyê ku di şoreşê de bi dest xistine, pê bidin windakirin û her tim wek milk ji xwe re bibînin.

Em wek rêxistina jinan xwekuştin û kuştina jinan di bin çi navî de dibe bila bibe, şermezar dikin. Divê jin neyên kuştin û xwe nekujin. Daxwaza me ji saziyên peywendîdar û tevahî rêxistinan heye ku kujer û berpirsyarên vê xwekuştinê hesabê vê kuştinê bidin û mafê jinan yê jiyanê were parastin.

Na ji xwekuştina jinan re

Na ji kuştina jinan re

Jin jiyan azadî.”

Back to top button