Arşîv

YJA Star: Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ya YJA Starê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got: “Hevala Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ya YJA Starê ye. Fermandar û şervanên YJA Starê hemû şervanên di bin fermana wê de ne.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, têkildarî Sema Koçer ku li Bazîdê çalakiya fedayî kir daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevala me Sema Koçer, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîd a Agiriyê 31’ê Adara 2020’an li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî bi îrade, biryardarî, îdîa, bawerî û dilsoziya bi Rêbertî re çalakiya fedayî pêk anî.

Di serî de malbata hevala me Sema Koçer ku di xeta Zîlan de bû fedayî, em ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwzin û destnîşan dikin, heta ku hevalên me yên fedayî mîna Sema Koçer hebin wê ev dijmin ti carî bi ser nekeve û têk biçe. Hevala Sema Koçer sala 2014’an tevlî nava refên azadiyê bû û li gel temenê xwe yê ciwan bi sekna xwe ya mezin û bi biryar a di nava jiyana gerîla de cihekî mezin di dilê hevalên xwe hemûyan de girt. Dilsoziya bi çiyê re, hezkirina ji welat û qîmetê ku dida hevrêtiyê kir ku hevala Sema bibe xwedî kesayetiyeke Zîlan. Hevala Sema ku zû hînî çiyê bû û xwe gihand cewhera xwe, di gerîlatiyê de zû xwe bi pêş ve bir û bi tempoyeke bilind tevlî kar bû, bi sekna we ya bi wêrekî û însiyatîf di fermandariyê de bi lez şareza bû. Hevala Sema Koçer bi sekna xwe, bi kesayetiya xwe, bi tevlîbûn, jiyan, hevaltî û çalakiya xwe bû fermandara şerê gel ê şoreşgerî.

Hevala Sema Koçer fermandar û xeta serdema nû ya YJA Starê ye. Fermandar û şervanên YJA Starê hemû şervanên di bin fermandariya wê de ne. Şidandina tecrîdkirina Rêberê me û giranbûna zextên li gelê me sedemên vê çalakiya hevala Sema Koçer e. Yên ku dijmin baş fêhm dikin çalakiyên mezin ji wan tên. Hevala me Sema Koçer ku gelekî hez ji jiyanê dikir û bi rengekî watedar dijiya, hezkirina wê ya ji çiyê û hevalan re gelekî cuda bû. Hevala Sema sala 2017’an bi koma hevalên Çîçek Botan û Atakan Mahîr ber Dersimê ve kete ser rêya meşa azadiyê. Heval Sema piştre li Serhedê ma û ji bo dilsoziya bi hevalan re û hilanîna tola şehîdan ev çalakî pêk anî. Hevala Sema di pêvajoya Zapê de bi hevalê Alî Piling re jî kar kir û nîşaneya berbiçav a dilsoziya hevrêtiyê û têkiliya rast a hevaltiyê ye ji bo hêzên me yên gerîla.

Hevala Sema Koçer mînakeke bêhempa ya dilsoziya bi şehîdan re ye. Di nava PKK’ê de bersiva rast a ji bo şehîdan, meşa li ser rêya şehîdan û nehiştina xwîna şehîdan li erdê di çalakiya hevala Sema Koçer de careke din bi rengekî şênber eşkere bû.

Ji bo me; hêzên YJA Star û HPG’ê, hevala Sema sala 2020’an da destpêkirin. Çalakiyên me yên ji niha û pê ve wê di xet û ruhê Zîlan, Zinar û Sema de bin û derbên bi bandor li dijmin bên xistin. Bila dilê gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdan rehet be ku em ê bi bîranîna wan re dilsoz bin û teqez hesab ji dijmin bipirsin. Ji bo bîranîna hevala me Sema Koçer, ji bo jiyaneke azad bi Rêbertî û gelê xwe re li welatekî azad, em amade ne ku bi her rengî berdêlan bidin.

Em careke din di şexsê malbata hevala xwe Sema Koçer de sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27