Arşîv

‘Serok Apo Hebûna Me ye’

Bi dehan ji şêniyên navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê bi dirûşma “Serok Apo hebûna me ye” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.

 

Li navçeya Şêranê ya Kobanê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  û bi dehan şêniyên wê  li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji ber mala gel heta Şaredariya gel ya Tilêcbê meşek hat lidarxisitn.

 

Di meşa hat lidarxistin de çalakvanan posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  û alên TEV-DEM, YPJ/YPG’ê hildan û dirûşmên  “Bê serok jiyan nabe,” “Bıjî serok Apo,” “Erdoxan bi qurbana Ocalan” hatin berzkirin.

 

Jinên ku cihê xwe di  meşê de girtin bertekên xwe nîşan dan û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kirin.

‘em dixwazin rewşa Serok Apo zelal bibe’

 

Jina bi navê Xezala Seyîd ya ji gundê Şêx Çopên a ku bertek nîşanî tcrîdê da wiha got: “Em îro hemû kurd, ereb û ermen ji bo azadiya Serok Apo kom dibin û dimeşin. Pêwîste  ku em îro hemû yek bin û li dijî vê tecrîdê biksekinin. Em îro ewqas kes ji bo Serok kombûne. Bi alên xwe, bi dengê xwe da ku rewşa serok Apo  weere zelal kirin. Heta ku em agahiyekê ji  Rêber Apo negrin em nikarin bi dilekî rehet tevbigerin.”

 

‘Serok Apo jin hişyar kirin’

 

Xalîse Şêx Mihemed jî ev tişt:”Serok Apo jin hişyar kirin û  îro ev  jin ji bo serokê xwe rabûne serpiyan. Ji ber ku wî alîkariya me kir û bû sedem ku em xwe birêxistin. Ji bo serok Apo rihê me feday e. Serok Apo jinbûna me bi me da naskirin û pêşxist. Em kurd bê nasname bûn, bê zimanbûn bûn.  Lê bi saya Rêber Apo em îro xwediyê nasname û ziman in.”

 

‘Bi keda ku Serok Apo da jin azad dibe’

 

Herî dawî dayîka Zelîxe Mehmûd jî bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Wê serok Apo bi keda jinê azad bibe. Em îro çiqas çalakiyan li darbixin û kedê bidin jî, em ne poşmanin. Ji ber ku Serok Apo ji bo azadî û mafê jinê bang kir.  Heta ku Rêber Apo azad nebe, azadiya me jî tune ye û azadiya Rojhilata Navîn jî ne pêkan e. Tu caran hezkirina serok ji dilê min dernakeve.  Banga min li her kesî heye ku bi ked, fikir, zanebûn û felsefeya Rêber Apo li ber xwe bidin û Rêberê me ji tecrîdê rizgar bikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27