Arşîv

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêşkirina însiyatîfên mirovî didomin

Werşeya Şehîd Sakîne Eseliye ya bajarê Minbicê însiyatîfek da destpêkêkirin da ku maskên tenduristî çêke û li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komîteyên ku li gel qedexeya derketina derve kar dikin belav bike.

Piştî belavbûna Koronavîrusê li gelek welatên cîhanê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrus veguhertiye pandemiyeke cîhanî piştî ku bi hezaran kes pê nexweş bû û ji ber wê mirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên hişyariyê li dijî vîrusê ji 23`yê Adarê de qedexekya derketina derve ragihand. Desteya Tenduristiyê ya herêmê heta vê kêliyê tu nexweşî bi vîrusê belge nekiriye.

Bi ferzkirina qedexeya derktina derve re Hêzên Ewlekariya Hundirîn li tevahiya bajarên herêmê belav bûn. Komîteyên girêdayî Şaredariya Gel û Tenduristiyê kolanên bajaran paqij kirin û dezenfekte kirin û çavdêriya sûkan kirin. Gelek werşeyên dirûnê însiyatîfên dirûtina mask û lepikan li gel kêmbûna wê dan destpêkirin.

Li bajarê Minbicê bi însiyatîfa Komîteya Jin û koordîneya Komîteya Tenduristiyê werşeya Şehîd Sakîne Eseliye ya dirûnê, dest bi dirûtina maskan kir da ku piştre li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav bike.

Di vî warî de hevseroka Komîteya Jin Iksaa Ehmed wiha got: “Werşe piştî qedexeya derketina derve rawestîbû. Ji ber pêwîstî bi maskan çêbû, werşeyê bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê dest bi dirûtina maskan kir.”

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel tedbîrên li dijî derketina Koronavîrusê tên girtin, pêşkêşkirina însiyatîfên mirovî didomînin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27