Arşîv

Komeleya Jinê ya Rosayê: Di pêvajoya karantînayê de divê plana çalakiya lezgîn pêk bê

Komeleya Jinê ya Rosayê derbarê girtina stargehên jinan ên Amedê de daxuyanî da û got:”Rêgirtina stargehên jinan ew ê bibe sedema tundiya mêr a li dijî jinê. Di pêvajoya karantînayê de divê plana çalakiya lezgîn pêk bê.”

Komeleya Jinê ya Rosayê derbarê stargehên Amedê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin îktidar ji bo jin di hundur de bimîne hemû rêyên derve hewil dide bigire.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em dizanin ku di her rewşên awarte de her dem jin zirarê dibînin. Jin careke din hatine mexdûrkirin. Di vê rewşa awarte de jî tundiya li ser jinê zêde dibe. Jin mecbûr dimîne ku bi mêrê tundiyê lê dike di karantînayê de bimîne. Ev yek ji bo jinê gelekî zehmet e. Di nava çend hefteyan de 22 jin di nava malê de ji aliyê mêrê bi wan re zewicî hatine qetilkirin. Di rewşeke wiha de stargehên jinan jî li wan tên girtin. Mekanîzmayên paratinê yên li Tirkiyeyê di rewşên awarte de tê sistkirin. Divê berojavajî vê yekê mekanizmayên parastinê bihatana xurtkirin. Ev tevgera qeyûmên ku îradeya gel hedef digire ji roja ewil de jinê hedef digire.”

‘Divê mal ji bo jinan veneguhera goristanan’

Sîstem ji bo jin di malê de bê hepskirin her li her rêyê digere. Jin ji ber ku bi tundiyê rû bi rû tên hiştin mecbûrî stargehan dimînin. Divê mal ji bo jinan veneguhera goristanan. Rêgirtina stargehên jinan ew ê bibe sedema tundiya mêr a li dijî jinê. Di pêvajoya karantînayê de divê plana çalakiya lezgîn pêk bê.”

Back to top button