Arşîv

Ji Kongreya Star daxuyaniya cejna Çarşema Sor

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor li gelê êzidî û tevahî pêkahteyên herêmê pîroz kir.

Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya cejna Çarşema Sor daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di serî de em sersala êzidiyan Çarşema Sor li tevahî pêkhateyên herêmê, bi taybet gelê me yê êzidî pîroz dikin. Ev cejn ji bo gelê êzidî di nav xwe de wateyên pîroz, olî û niştimanî digre. Di vê rojê de jiyan vejîn dibe, xweza bi rengê nû, rengê jiyana nû xwe dixemilîne. Ev cejn ji bo me giyanê aştî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêma Mezopotamyayê sw nîşan dide.

Cejna sersala êzidiyan Çarşema Sor a îsal li gel tedbîrên li dijî pandemiya global a Koronayê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, tê pêşwazîkirin. Lewra ji bo parastina gelê me, tê xwestin ku tedbîrên Rêveberiya Xweser girtine di ber çavan re derbas bikin.

Em Koordînasyona Kongreya Star vê munasebeta resen li gelê me yê êzidî û tevahî gelên herêmê pîroz dikin. Em teqez dikin em bi vejandina hemû cejn û munasebetên xwe yên dîrokî ve girêdayî ne. Em hêvî dikin ku munasebetên taybet ên gelê me bibe bedewama hezkirin, jiyana hevbeş, aştî û yekitiya çarenûsî di navbera hemû çandên gelên herêmê û gelemperiya Rojhilata Navîn.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27