Arşîv

​​​​​​​KJK: Dewleta Tirk planeke nû ya dagirkeriyê dike

KJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê şewba Koronavîrusê wek firsend dibîne û planeke nû ya êriş û dagirkeriyê dike.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişa li ser Mexmûrê û tevgera li herêma Qendîlê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya KJK’ê de wiha hate gotin:

“Di 15’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker êrişî Mexmûrê kir û li ser qada Zînî Wertê ya Qendîlê dest bi operasyoneke hewayî kir. Em şehîdên Kampa Mexmûrê bi hurmet bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê bîranîna wan bi Kurdistana demokratîk û azad tacîdar bikin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku dixwaze di van rojên koronavîrusê de polîtîkaya xwe ya milîtarîst zêde bike, li pey planeke din a dagirkerî û êrişê ye. Hêza leşkerî ya PDK’ê xwe li Zînî Wertê bi cih dike û li derdora wê jî artêşa Tirk a dagirker operasyonên xwe zêde dike, ev tişt ne tesaduf e.

‘DAXUYANIYA WEZARETA PÊŞMERGEYAN NE RAST E!

Wezareta Pêşmergeyan daxuyanî da û diyar kir ku ev hêz girêdayî wan e. Diyar dikin ku li ser daxwaza Komîsyona Bilind a Têkoşîna li dijî Koronavîrusê wan Tûgaya Piyadeyan a 7’emîn şandine vê qadê. Dixwazin bidin xuyakirin ku ev hêz ji bo pêşîlêgirtina şewbê hatiye sewqkirin. Lê mixabin ev daxuyanî rastiyê vedişêre. Ji ber ku tê diyarkirin bi vê baregeh û sewqiyatê re ji bo jiyana mirovan gefeke din derdikeve holê. Ji ber ku bi vê sewqiyatê re rîska şerê di navbera partiyên siyasî yên Kurd de zêde bû û ev der tên bomberdûmankirin.

Şêniyên li van qadan di van rojên koronayê de nizanin û nikarin biçin cihekî û ji ber vê jî hemû tedîrgîn bûn. Nexwe tê vê wateyê ku di rojên şewba koronavîrusê de hinekan bi pêkanîna vê planê re xwestin ji xwe re bikin firsend. Di vê rewşê de TC jixwe bi eşkereyî vî tiştî dike, êrişî Mexmûr û qadên din dike. Heke PDK jî naxwaze vê pêvajoyê ji xwe re bike firsend divê van gavên xwe ji ber çavan derbas bike. Heke wekî gotina Wezareta Pêşmergeyan bûya wê YNK’ê îtîrazî vî tiştî nekira û wê ev tişt bi daxwaza herdu partiyan bihata kirin lê rewş ne wisa ye. Piraniya Tûgaya Piyadeyan a 7’emîn hêzên Zêrevan di serî de ji hêzên PDK’ê pêk tê.

Ne elameteke xêrê ye ku PDK were li qadeke girêdayî YNK’ê bi cih bibe. Bi vê hêza ku li Qada Qendîlê hatiye bicihkirin û êrişên li ser Tevgera Azadiyê zêde bûye, sewqiyata leşkerî ya TC a li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûye. Dema ku ev hêz ketine qadê jî sewqiyata çekên giran hatiye kirin û SÎHA’yan ew parastine.

Ev gavên hatine avêtin û bicihkirin tevî hêza leşkerî ya TC’yê bi rêkûpêk hatiye kirin. Divê raya giştî bi vî tiştî bizanibe. Hêza ku hatiye wê derê ne ji bo tevdîrên koronavîrusê ye. Rewşeke bêmantiqe e ku ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê hêzeke leşkerî were li girekî stratejîk bi cih bibe. Ji ber vê jî divê were dîtin, ev gav ber bi pêvajoyeke xeternak tê avêtin û divê li dijî van gavan helwest were nîşandan.

Ev avaniyên siyasî ne ku me dîtiye di şerê navxwe yê Kurdan de êş û zehmetiyên giran hatine jiyîn. Dijminê me welatê me dagir dike û li dijî hêza têkoşîna azadiyê dide û dixwaze gelê xwe ji dagirkeriyê rizgar bike planeke binavkî dike û dixwaze wê tasfiye bike. Ji bo vê bike jî dixwaze hêzên siyasî yên Kurd bide pişt xwe, wan jî bike parçeyek ji vê plana gemarî. Ti tevgera siyasî ya Kurd divê nebe parçeyek ji vê lîstikê. Hêzên siyasî ku bikevin vê lîstikê ji ber vê guneh û sûcê li dijî dîrokê û gelê me zû dereng wê werin mehkûmkirin. Bi vê zanebûnê divê mirov nekeve lîstika dijmin û rê nede dijminên Kurdan.

‘ÊRIŞA LI SER MEXMÛRÊ QELSÎ YE’

Mexmûr kampa penaberan e. 12 hezar sivîl lê dijîn. Bi derfetên xwe li dijî koronayê têdikoşin. Bi ser de partiyeke Kurd a siyasî PDK ev 9 meh in ambargoa siyasî, mirovî, aborî, tendiristiyê û ji her alî qadên jiyanê ve li ser daniye. Armanca vê ambargoyê ew e ku gel ceza bike. Rejîmên otorîter ji bo ku gel terbiye bikin wan birçî dihêlin. Ambargoya bi destê PDK’ê ya li ser Mexmûrê jî ku bi rikdarî tê domandin bi vê mebestê ye. Her wiha TC jî bi operasyonên hewayî bêhna civakê çikandiye. Di herdu rewşan de armanc jiyan û malê gel e. TC dijmin e û tiştên ku dike û wê bike tê fêhmkirin lê partiyeke siyasî ya Kurd çawa bi vê kîndariyê polîtîkaya ambargoyê didomîne, em vê bi hêviya wijdan û exlaqê raya giştî Kurd ve dihêlin.

Gelê bi her rengî tê kuştin. Ji ber vê divê kesek nebêje vîrûs koronayê heye û em nikarin derkevin derve çalakiyê bikin. Di rewşeke wiha de ku dijmin korona kiriye fersend û êrişê tîne, divê em jî bêduilî helwestê nîşan bidin, li ber xwe bidin. Di çalakiyan de sînor nîne, mirov dikare afirîner be. Çalakî jixwe bi serveçûna vî rihî û bi vê lêgerînê rê vedike. Di vê pêvajoyê de pir girîng e ku li dijî êrişên ku têne kirin û didomin raya giştî bi vê hessasiyetê nêzîk bibe. Her wiha em dîsa dubare dikin ku divê hêzên Kurdistanî bi rihê yekîtiya netewî û piştevaniya netewî li peywir û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin.”

Back to top button