Arşîv

Kongreya Star: Topbarana li Mexmûrê berdewama hewldanên dewleta Tirk e

Kongreya Star a kantona Şehbayê topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir û ragihand ku ev berdewama hewldanên dewleta Tirk a qirkirina gelê Kurd e, hîn jî rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehiyê bê deng in.

Duh firokeyên bêpîlot ên artêşa Tirk a dagirker Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a Başûrê Kurdistanê topbaran kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn.

Di vê derbarê de Kongreya Star bi beşdariya hejmarek ji endamên xwe daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi zimanê kurdî ji aliyê Hêvî Silêman û bi zimanê erebî jî ji aliyê Naîle Mehmûd ve hate xwendin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Em wek Kongreya Star êrişên artêşa Tirk û hovîtiya dewleta Tirk li dijî kampa Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê şermezar dikin, li kampê bi hezaran sivîl hene û duh ji ber êrişên artêşa Tirk 3 jinan jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl jî birîndar bûn. Gelê Mexmûrê ji beriya 25 salan ve ji ber êrişên hovane koçber bûn û li kampê bi cih bûn, niha jî ev 9 meh e hikumeta herêmê ku di bin siya AKP`ê de tev digere, kamp dorpêç kiriye, lewma derfetên madî û tenduristiyê kêm in, rewşa debarê zor e.

Lê tevî vê yekê vîna gel naşikê û xwedan îradeyeke xurt e, hewl didin xwe ji Koronavîrusê biparêzin û li gorî perspektîfên WHO`yê tev digerin.”

Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk biryara NY`yê ya agirbestê û biryara Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê pêk neanî, pîvanên navneteweyî binpê kirin. Kampa Mexmûrê û hin herêmên din ên ku gelê Kurd lê hene anku Şehba û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir, ev jî isbat dike ku dewleta Tirk xwe dispêre sermeyadariya modern a ku cîhanê pêk ve û nexasim herêma Rojhilatê Navîn hegemon dike.”

Her wiha daxuyaniyê destnîşan kir ku topbarana artêşa Tirk qirkirina gelên Kurd dike armanc û topbaran rastî salvegera komkujiya Enfalê pêk hat, her wiha di demekê de ku kar û xebat ji bo yekitiya gelê Kurd xwe dide der, pêk hatiye û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi hevkariya hikumeta herêmê van kiryaran pêk tîne, ji ber perspektîfên xwe ji dewleta Tirk werdigire û bi vê yekê Tirkiye xewnên Osmaniyan pêk tîne.”

Daxuyaniyê di dawiyê de bal kişand ser dorpêçê, kêmbûna derfetên tenduristiyê û topbarana artêşa Tirk ku di encamê de 3 jin şehîd bûne û herî dawî jî bêdengiya saziyên mafên mirovan û Konseya Ewlehiyê ya NY’yê şermezar kir.

Back to top button