Arşîv

Meclisa Jinan spasiya xebatkarên parastina ji Koronayê kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekî spasiya hemû tîm û saziyên ku li dijî pandemiya Koronavîrusê dixebitin, kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê ku li ser malpera xwe belav kir, spasiya hemû xebatên warê parastinê ji Koronavîrusê kir.

Meclisê di peyama xwe de wiha got: “Saziyên Rêveberiya Xweser bi hemû tîm û komîteyên xwe yênê tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd, Şaredarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina welatiyan ji vê xeteriyê kar kirin û hîna jî dikin.

Em spsiya van saziyan dikin û piştgiriya xwe bi wan radighînin ji ber ku gelê me diparêze.

Em bang li welatiyan dikin ku bi aliyên têkikdarî re bibin hevkar da ku xeberiya vê pandemiyê dûrî bixin. Nemaze piştî ku rewşeke wefatê ji ber vîrusê li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo derket.”

Back to top button