Gotar û hevpeyvîn

Kongreya Star: Topbarana li Mexmûrê berdewama hewldanên dewleta Tirk e

Kongreya Star a kantona Şehbayê topbarana artêşa Tirk a dagîrker a li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir û ragihand ku êrîş berdewama hewldanên dewleta Tirk a qirkirina gelê Kurd e, lê hê jî rêxistinên mirovî û Konseya Ewlehiyê bêdeng in.

Roja Çarşemê balafirên artêşa Tirk a dagîrker Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a li Başûrê Kurdistanê topbaran kirin û di encamê de 3 jin şehîd bûn.
Di vê derbarê de Kongreya Star bi beşdariya hin ji endamên xwe daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi zimanê kurdî ji aliyê Hêvî Silêman û bi zimanê erebî jî ji aliyê Naîle Mehmûd ve hate xwendin.
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:
“Em wek Kongreya Star êrişên artêşa Tirk û hovîtiya dewleta Tirk li dijî kampa Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê şermezar dikin, li kampê bi hezaran sivîl hene û duh ji ber êrişên artêşa Tirk 3 jinan jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl jî birîndar bûn. Gelê Mexmûrê ji beriya 25 salan ve ji ber êrişên hovane koçber bûn û li kampê bi cih bûn, niha jî ev 9 meh e hikumeta herêmê ku di bin siya AKP`ê de tev digere, kamp dorpêç kiriye, lewma derfetên madî û tenduristiyê kêm in, rewşa debarê zor e.
Lê tevî vê yekê vîna gel naşikê û xwedan îradeyeke xurt e, hewl didin xwe ji Koronavîrusê biparêzin û li gorî perspektîfên WHO`yê tev digerin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku topbarana artêşa Tirk qirkirina gelên Kurd dike armanc û topbaran rastî salvegera komkujiya Enfalê pêk hat, herwiha di demekê de ku kar û xebat ji bo yekitiya gelê Kurd xwe dide der, pêk hatiye û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi hevkariya hikumeta herêmê van kiryaran pêk tîne, ji ber perspektîfên xwe ji dewleta Tirk werdigire û bi vê yekê Tirkiye xewnên Osmaniyan pêk tîne.”

Back to top button