Siyaset

Jinên PYD‘yî: Qatilên jina Efrînî divê werin muhasebekirin

Meclisa Jin a PYD‘yê qetilkirina jina efrînî ya bi temen temenmezin û revandina zarokên wê ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên wê ve şermezar kir û got:” Qatilên jina Efrînî divê werin muhasebekirin.”

Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk girêdayî mijarê daxuyaniyek da raya giştî.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hovantirîn kiryaran li dijî gelê Efrînê pêk tîne bi taybet li dijî jinan. Di 18`ê Nîsanê de çeteyên dagirkeriyê jinek efrînî 80 salî ji gundê Hêkiçê yê girêdayî navçeya Şiyê xeniqandin, zarok û xizmên wê ber bi Tirkiyê ve revandin.

Meclisê diyar kir ku ev sûca hovane û neexlaqî ne ya yekê ye. Dagirkeran binpêkirinên xwe ji kuştin û destavêtina jinan didomîne. Her wiha demografiya Efrînê diguhere û xuyangên wê yên xwezayî li ber guh û çavên cîhanê berovajî dike.

Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Wek Meclisa Jin a PYD`ê em ev bûyera hov şermezar dikin û bang li rêxistinên hiqûqî û têkildarî mafên jinê dikin ku dest bi lêpirsînê bike û sûcdaran muhesebe bike. Rê li pêşiya binpêkirinên û sûcên dagirkeran ên li dijî qanûnên navneteweyî bigire.”

Di 18`ê Nîsana 2020`an de zarokên jina efrînî ya temenmezin Fatme Kine ya 80 salî dema ji karê xwe vedigerî mal dît ku dayîka wî li mal miriye. Li gorî zarokên jina efrînî, li ser laşê wê şûnên xeniqandin, lêdan û birînan hene. Ev jî teqez dike ku hatiye xeniqandin û kuştin.

Piştî definkirina jina efrînî û belavbûna nûçeya kuştina wê, çeteyên Semerqand a girêdayî artêşa Tirk a dagirker zarokên jina efrînî revandin; Henan, Mihemed û hevsera wî û kurê wî Fewzî û hejmarek cîran û xizmên wê ber bi Tirkiyê ve revandin. Ev jî îsbat dike ku çeteyan jina efrînî kuştine

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27