Arşîv

Jinên Ciwan maskên tenduristiyê çêdike û dê bê pere li şêniyan belav bike

Ji ber daxwaza zêde ya maskên tenduristiyê û kêmbûna wan li dermanxane û navendên tenduristiyê, Yekitiya Jinên Ciwan li bajarokê Red Şeqra ya navçeya Holê dest bi çêkirina maskên tendurstiyê û belavkirina wan bê pere li şêniyan, kir.

Bi belavbûna Koronavîursê li sernaserê cîhanê re ku heta niha bi sed hezaran kes bûne qurbanî û bi melyonan kes pê ketine, daxwaza alavên xweparastina ji vîrusê û bi taybetî maskên tenduristiyê zêde bû.

Ji ber daxwaza zêde û tunebûna maskên tenduristiyê li piraniya dermanxane û navendên tenduristiyê, hin alî keysbaziyê dikin û bi buhayekî zêde difroşin şêniyan.

Yekitiya a Jinên Ciwan a bajarokê Red Şeqra ya girêdayî navçeya Holê bi hevkariya bi Desteya Ciwan û Werzîşê re, dest bi çêkirina maskên tenduristiyê kir. Maskên tenduristiyê di weşreyekê de ku tê de 6 xebatkar dixebitin, tên çêkirin.

Ev însyatîf di rêze însyatîfên mirovî û çalakiyên civakî yên bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbaskirina alzoiyan de, pêk hat.

Di vê der barê de, yek ji rêveberên Yekeitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Besme Mihemed ji ANHA`yê re diyar kir ku rêxistina wan bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê bi vê projeya biçûk destekdayîna bi gel re, armanc dike. Ji ber ku bazirgan keysbaziyê dikin û her maskeke tenduristiyê bi 500 Lîyreyên Sûriyê difroşin şêniyan.

Rojane zêdetirî 250 maskên tenduristiyê tên çêkirin û dema çêkirina wan bi dawî bibe dê li şêniyan bên belavkirin.

Besma Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê li şûna ku bazirgan di van mercên dijwar de kesybaziyê dikin û gel bi kar tînin, destekê bidin gel.”

Back to top button