Gotar û hevpeyvîn

‘Êrişên li ser Başûr, Rojava û tecrîda li ser Rêber Ocalan nîşaneyên komployek nû ne’

Hevseroka herêma Girê Spî Hêvîn Ismaîl got: “Di rewşa pandemiya Koronavîrusê de êrişên li ser başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser Rêber Ocalan nîşaneya komployeke nû li ser gelan e.’

Hevseroka herêma Girê Spî Hêvîn Ismaîl ji ANHA’yê re axivî.

Hêvîn got: “Hevkariya PDK’ê bi dewleta dagirker re cihê şermê ye. Ev hevkarî dibe sedema ku dewleta Tirk a dagirker planên qirêj ên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî û li başûrê Kurdistanê jî berdewam bike.”

‘HEWL DIDIN KESÊN BI VÎRÛSÊ KETINE BI QEÇAXÎ DERBASÎ HERÊMÊ BIKIN’

Hêvîn li ser rewşa bajar û gundewarên Eyn Îsa, kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li bajarê Girê Spî got: “Bi dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî re niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dixwazin guhertina demografîk li bajarê Eyn Îsa, gundewarên wê û gundewarên Girê Spî de jî pêk bînin. Bi rakirina dîwarên li gundên rojavayê Girê Spî re hewildana dagirkeran li ser berfirehkirina qadên dagirkeriyê heye. Di vê rewşa awarte de dixwazin hem belavkirina vîrusê hem jî dagirkeriyê û planên xwe pêk bînin. Di aliyê vîrusê de dewleta Tirk a dagirker kesan bi qaçaxî hewl dide derbasî herêmê bike lê li dijî wê jî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û gelê me hişyar e.”

‘VÎRUSÊ, JI BO KOMKUJIYEKÊ WEKÎ ÇEK BI KAR TÎNE’

Hêvîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 2 nexweşxane vekirine, kirine karantîna û nexweşên li dewleta Tirk derbasî wan nexweşxaneya dike û got: “Teybet ev kesên ku tên derbaskirin Tirk in. Vê nexweşiyê dewleta Tirk wekî çek bikar tîne. Dewleta Tirk a dagirker bi pandemiya vîrusa Korona ya nû re dixwaze komkujiyekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Sivîlên ku li Girê Spî mane taybet tên hedefgirtin. Li Silûk û Girê Spî alên DAIŞ û dewleta Tirk hatine hildan ev diyar dike ku DAIŞ li wan cihên dagirkirî li pêşiya hemû cîhanê xwe rêxistin dike. Firotina jinan ku şêwazên DAIŞ’ê ye berdewam dike.”

‘DIXWAZIN GUHERTINA DEMOKRAFÎK LI BAŞÛR JÎ BIKIN’

Hêvîn ji bo hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re jî anî ziman ku ev kiryar li dijî yekitî û rizgarkirina Kurdistanê ye û got: “Kurdistan yek e û êrişên li ser perçeyekî perçeyên din jî bandor dike. lê mixabin PDK’ê dikeve xefka dewleta Tirk a dagirker û ji yekitiye ditirse. Di vê rewşa awarte de hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermeke gelekî mezin e. Qirêjiya dewleta Tirk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ji bo derbasî Başûrê Kurdistanê nebe divê gelê herêmê hişyar bin û neyên lêyîstokan. Kiryarên PDK’ê li dijî yekitiya gelê Kurd e û em jî bi hêvî ne van kiryarên bi dawî bikin. Bi yekitiya xwe re em ê dagirkeriyê û planan têk bibin.”

‘KIRYAR NÎŞANEYÊN KOMPLOYÊK NÛ YE’

Hêvîn di rewşa pandemiya Koronavîrusê de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecdîta li ser Rêber Ocalan wekî nîşaneya komployeke nû li ser gelan pênase kir û got: “Bi vê komployê re dixwazin ne yekitiya gelê Kurd ava bibe ne jî hebûn berdewam bike.”

Back to top button