Gotar û hevpeyvîn

Stêrk Gulo: Jina Kurd di oxira heqîqetê de canê xwe da

“Jin bi hemû energiya xwe hewl da ragihandina Kurd ber bi pêvajoyeke pêşketîtir ve bibe û di oxira ragihandina heqîqetê canê xwe da.”

Rojnameger Stêrk Gulo di hevdîtinekê bi ANHA‘yê re salvegera 122‘yan a Roja Rojnamegeriya Kurd li tevahî rojnamevanan, bi taybet rojnamevanên jin ên ku di oxira ragihandina azad de şehîd bûn û yên bi pênûs û nêrîna xwe rastiya civaka azad derdixînin pêş pîroz kir.

Stêrk Gulo îşaret bi girîngiya derxistina yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî ji aliyê wêjevan û rewşenbîrên Kurd ve û rola wê di hişyarkirina civakê de kir û diyar kir ku ragihandina Kurdî, bi taybet ragihandinê xweser (ragihandina ku aliyê jinê ve hatî li pêşxistin) ji ber zext û gelek êrişan zehmetî kişand.

Stêrk Gulo anî ziman ku dîroka Kurd bi êş, azar, komkujî û êrişên li hemberî çand û civaka Kurdî tijî ye û got: “Ev êriş di serî de jin kir hedef, lê jina Kurd li hemberî van êrişan li ber xwe da û têkoşiya.”

ROLA JIN DI RAGIHANDINÊ DE HIŞT KU BIBE HEDEFA ÊRIŞÊN DAGIRKERAN

Rojnameger Stêrk Gulo destnîşan kir ku ji roja derketina Kovara Hawar di sala 1932‘yan de rola jina Kurd di warê ragihandinê de zêde bû û wiha domadn: “Bi damezirandina Tevgera Azadiya Kurdisatanê re rê li ber jina Kurd hate vekirin da ku rola xwe bi awayekî mezintir di warê ragihandinê de bilîze û kesayeta xwe rave bike.”

Stêrk Gulo bi bîr xist ku rola jinê di warê ragihandinê de hişt ku bibe hedefa êrişên dagirkerên Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Şehîd Gurbetellî Ersoz editorê rojnameya Ozgur Gundem bû.”

Di berdewama axaftina xwe de got, ji ber êrişên li dijî kurdan, çand û dîroka Kurdî devkî derbasî nifşan dibû û wiha pê de çû: “Bi mezinbûna têkoşîna jinan mîna têkoşer Sakîne Cansîz û xurtbûna rola jin di ragihandinê de mînaka vê Gurbetellî Ersoz jina Kurd gavên mezintir di warê ragihandinê de avêtin û dikarîn rola xwe di ragihandina rastiya êrişên li ser Kurd û Kurdistanê de pêk bîne.”

Stêrk destnîşan kir ku ji ber rola jinên rojnamegeran di eşkerekirina rastiyan de li hemberî wan êriş hatin kirin. Mînaka vê yekê têkoşer Meysa Baqî ya ku editor Kovara Sewt El-Heyat (Dengê jiyanê ya heftane bû.) Stêrk anî ziman ku Kovara Sewt El-Heyat roleke mezin di hişyarkirina civakî, bi taybet jinan di aliyê siyasî û fikrî de list. Ji ber vê yekê li hemberî wê êriş hate kirin û ji aliyê desthilata Başûrê Kurdistanê ve hate rawestandin.

JINA KURD HEWL DA BI HEMÛ ENERJIYA XWE RAGIHANDINÊ BER BI PÊVAJOYEKE PÊŞKETÎTIR VE BIBE

Stêrk Gulo diyar kir ku, jina Kurd bi hemû enerjiya xwe hewl da ragihandina Kurdî ber bi pêvajoyeke pêşketîtir ve bibe û di oxira ragihandina heqîqetê de canê xwe da. Stêrk Gulo bi domdarî got: “Heval Denîz Firat dema berxwedana Mexmûrê ya li dijî DAIŞ‘ê dişopand şehîd bû, heval Nûjiyan Erhan dema rastiya êrişên hin netewperest ên li ser Şengalê dişopand şehîd bû, her wiha heval Dilîşan Îbiş di şopandina kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî jinên Ereb de şehîd bû.”

Stêrk Gûlo balkişand ser têkiliya asta ragihandina kurdî û bi zanebûna civakê re û got: “Tu kes nikara rastiya hebûna Kurdî înkar bike. Lê li dijî civaka Kurdî êrişên cuda ji aliyê ragihandinên dijber ve tên kirin ku qederek mezin agahiyên şaş pare dikin. Îro bi pêşengtiya jina Kurd li hemberî van êrişan têkoşîneke bê hempa tê meşandin.”

Rojnameger Stêrk Gulo li ser zehmetiyên ku di xebata ragihandinê de li pêşiya jinan derdikeve de jî destnîşan kir û got: “Kevneşopiyên paşverû, zihniyeta baviksalarî, siyasetên rejîmên serwer mîna rejîma Baas ku rê li ber jinan digire ev hemû li pêşiya pêşketina ragihandina jinê dibin asteng. Li aliyekî din jî rê nayê dayîn ku jin behsa pirsgirêkên xwe di civakê de bikin û çareserî jê re peyda bikin.”

ŞOREŞA ROJAVA RÊ VEKIR

Stêrk destnîşan kir ku bi destpêka Şoreşa Rojava re jina Kurd çawa rola xwe di qadên leşkerî, siyasî û civakî de list, di ragihandinê de jî rola xwe list û ev tişt got: “Şoreşa Rojava rê li ber pêşketina jinan di warê ragihandinê de vekir. Lê tevî vê yekê jina hîna negihiştiye asta ku li gorî hişmendiya azad tev bigire, li aliyekî din jî di warê ragihandinê de êriş li ser tê kirin. Jina rojnamevan divê bibe dengê jinên ku li hemberî wan tundî û êriş ji aliyê dagirkeran ve têne meşandin. Divê bibe dengê êş û azarên jinên di kampan de. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber pêşketina jina rojnameger vekir da ku bibe dengê hemû jinan û ji bikare ji bo azadiya jînê tekoşînê bike.”

JIN TV, BERHEMA ŞOREŞA JINÊ YE

Stêrk, bi bîr xist ku gelek saziyên ragihandinê yên cîhanê, jinê wekî çavkaniya rêklam û amûrê bedewbûnê bi kar anîn, her wiha kanalên jinan jî hene lê tenê li gorî hişmendiya mêr dixebitin, bêyî ku wekhevî, edalet û mafên herdu zayendan pê bînin, ji ber nêrîna mêr serwer bû.

Stêrk bal kişand ku vekirina kenala JIN TV ji van re bû bersiv û derfeteke mezin da jinan da ku nasname, deng û rengê xwe nas bike, ev gav berhemên şoreşa fikrî û zihniyeta jin û têkoşîna wê ya ji beriya 50 salî ve ye.

Bi wesîleya salvegera 122‘yan a Roja Rojnamegeriya Kurd, rojnameger Stêrk Gul bang li hemû rojnamegerên jin kir ku bi awayekî çalaktir li hemberî êrişên ku li ser gelê Kurd têne kirin bixebitin û got: “Ji bo ku ragihandina jin bibe wijdan û henaseya vê şoreşê divê rastiya jin û civakê ragihanin, da ku karibin bi wêne, gotar û nûçeyên xwe îradeya azad a jin û civakî temsîl bikin.”

Back to top button