Gotar û hevpeyvîn

Koordînasyona Kongreya Star êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan û kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê kiryarên dewleta Tirk a dagirker li hember jinan û êrişên li ser xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve li Qada Jina Azad hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji serê sala 2017’an heya roja îro êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî hovane bê navber berdewam dikin. Ji kuştin, talan, wêranî, tecawiz û guhertina demografiyê bi her rengî êrişî ser welatî û sivîlan dikin. Bi taybet sivîlên ku li Efrînê mayî rojane bi lêdan, revandin, tecawiz û kuştinê re rû bi rû dimînin, mînakên vê yekê li Girê Spî, Serêkaniyê û Şehbayê jî hatin tên dîtin. A niha dîsa careke din pîrejina bi navê Fatme ku ji Efrînê ye, li ser destê dewleta Tirk bi rengekî hovane hate kuştin. Wekî wê bi hezaran kes bi van rêbazan têne kuştin û ev kiryar hîna jî didomin. Weke tê zanîn em di demeke gelekî nazik û hesas re derbas dibin.

´DEWLETA TİRK DIJMINATIYA JINAN DIKE´

Di vî demîde hemû cîhan bi nexweşiya koronare di nava têkoşînê deye û heya niha tu çareserî ji vê virusêre nahatiye dîtin. Di vê dema nazik de jî em weke gelê herêmê carek din bi êriş û hovîtiya dewleta Tirk re rû bi rû dimînin, di encama van kiriyarên hovanede li Efrînê jina bi navê Fatme ya bê suc ji milê çeteyên dewleta Tirk ve bi rengekî hovane û derveyî mirovahî hate qetilkirin. Ev kiriyarên bi vê şêwayê heroj li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk dene tên jiyîn û jiyana gelên li wan herêman di bin sîha mirinê de didome. Bi salane ku deleta Tirk xaka Başurê Kurdistanê dagir dike, di vê demê de jî hewildide bi avakirina bergehên leşkerî Zîne Wertê dagirbike û bê navber êrişî wergeha şehîd Rustem Cûdî dike, di encama êrişa 15’ê Nîsanê de jî sê jinên ciwan li wergehê jiyana xwe ji dest dan.

´JI BER SEDEMA DORPÊÇÊ JIYANA GELÊ MEXMURÊ DI TAHLÛKEYÊ DE YE´

Ev 9 meh e ku PDK’ê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kiriye bin dorpêçê, gelê wergehê di nava zihmetiyên herî mezin de li ber xwe dide û bi derfetên kêm tedbîrên xwe li beranberî vîrusa koronayê digire. Êrişên deweleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê bi alîkariya hikumeta herêma Kurdistanê tên meşandin. Di vê demê de herêmên Başûrê Kurdistanê di bin berpirsyariya partiyên PDK, YNK û hikumeta dewleta Iraqê de ne, bêdengiya wan a li beranberî êrişên dewleta Tirk raste rast dibe hevkariya wan ya bi dewleta Tirkre. Herî dawiyê jî daxuyaniya Serokê PDK’ê Nêçirvan Berzanî ku dibêje pêwîste PKK’e ji Başûrê Kurdistanê derkeve tevî ku di rizgarkirina Şengal û Mûsilê de PKK’e roleke sereke lîst ev îda nîşan didin ku Hukûmeta Başûrê Kudistanê girêdayî berjewendiyên xwe ye û hevkarê dewleta Tirk e, Banga me ji tevahî hêzên navnetewî, mafên mirovan û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rê heye ku bi erk û berpirsyariya xwe li hember kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û nebin temaşevan, her wiha ji bo nexweşiya Koronayê bibin yek ji bo parastina mirovahiyê û banga me ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heye ku pêwîstiyên tenduristî derbasî wergeha Mexmûrê bikin, ji ber ku jiyana gelê Mexmûrê di xeteriyê de ye.

Di dawiyê de em bang li hemû gelên cîhanê yên azadîxwaz dikin ku xwedî li mafên mirovan û jinan derkevin. Em hemû bibin yek û li dijî her cure dagirkeriyê tê bikoşin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27