Gotar û hevpeyvîn

YPJ’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

YPJ’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û diyar kir ku “Komkujiya Qereçoxê 3 sal li pey xwe hiştin. Em wek Yekîneyên Parastina Jin careke din ji gelê xwe re dibêjin, em ê hesabê her êriş û komkujiyê ji dijminê xwe bipirsin. Em ê tola gelê xwe û ya tevahî mirovahiyê hilînin.”

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Di daxuyaniya YPJ’ê de wiha hate gotin:

“Em di sêyemîn salvegera komkujiya Qereçoxê de, tevahî şehîdên Qereçox û hemû şehîdên ku di xeta azadiyê de bi fedakariyeke mezin hetanî dawî li ber xwe daye, bi kedeke mezin ji bo parastina gel û welatê xwe, canê xwe feda kirine, em bi dildariyeke mezin wan bi bîr tînin û careke din soza xwe li hemberî egîdbûn û qehremaniya wan nû dikin.

Salên ku me li pey xwe hiştin, salên gelek girîng û bi wate bûn. Salên destkeftiyên dîrokî yên şoreşa me bûn. Lê bêguman yek sal jî bi hêsanî derbas nebû. Li hemberî her destkeftî û serkeftineke gelê me, êrişeke xedar pêk hatiye. Her carê bi saya sekna jina azad û hevgirtina gelên Ereb-Kurd û gelên din ên herêmê ev plan û rêbazên hovîtiyê vala derketin. Bi hezaran jinên ku li benda azadiya xwe bûn, ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û dengê berxwedana jinan li wir hîn bilintir bû. Îradeya herî ku mirovahiyê pê bawer kir hêza şervanên me yên YPJ-YPG û QSD bû. Di demeke ku me dest bi pêngavên dîrokî yên şikandina hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kiribû, dewleta Tirk, ji bo pêşî li deskeftiyên me û yên tevahî gelên herêmê bigre, vê carê berê êrişên xwe da dezgeh û biryargehên me yên leşkerî. Di sala 2017’an, di şeva 24′ Nîsanê de çiyayê Qereçoxê bû hedefa hêzên dagirker. Bêguman bi vê êrişê re hem rûyê hêzên ku piştgiriya DAIŞ’ê dikin derkete holê, hem jî baş hate fam kirin ku wê êrişên li dijî gelê me ji salên borî dijwartir bibin. Ango êdî yekser wê dewletên mezin tevî teknîka xwe ya herî modern êrişê bibin ser welatê me û dest bi dagirkeriyeke mezin bikin.

Me bi dehan hevrêyên xwe yên ku li bajarê Serêkaniyê, Kobanî û Efrînê ji bo parastina gelê xwe fedekarî û kedeke mezin dabûn, di êrişa Qereçoxê de wenda kir. Her yek ji wan bû sembol û mîrasekî bê hesab kirin malê dîrokê. Mîna heval Ararat, Jiyan û Rûstem, bi rihekî fedaî û bi seknek bi biryar di şerê Kobanê de cih giritibûn. Her wiha rêhevalên me Şîlan Botan, Haqî Bagok û Rewan Gênco ku endamên ragihandina leşkerî bûn, bi wêrekiyeke mezin di her pêngavê de berê objektîfên xwe dabûn rastiya hovîtiya hêzên dagirker. Her yek ji wan di pêşxistina nûçegihaniya şer de kedeke mezin dabûn. Heval Nuda, Sozdar, Awaz, Zîlan, Destan, Arjîn û Şîlan Kobanê jî bi dilpakî û eşqa jiyana azad û welatê xwe, di qadên cuda yên şer de cih girtibûn. Her yek ji wan bi erk û berpirsyariyên mezin rabûbûn û bûbûn parçeyek ji şoreşa mirovahiyê.

Îro di encama hevkariya navdewletî ya hêzên komploger de bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker bajarên me Efrîn, Til Ebyad û Serêkaniyê piştî şerekî giran hatine dagirkirin. Bêguman armanca hêzên komploger, dagirkirina tevahî Rojava û herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê bû, lê di encama berxwedana bêhempa ya şervanên me, dîsa ji ber irsara gel a mayîna li ser xaka xwe, ev plana wan weke dixwestin pêk nehat. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk pêngava Berxwedana Rûmetê hemû mirovahî rakir ser piyan. Bi sekna şervanên me û bi vê rabûna giranbûha ya gelan hat nîşan dan ku êriş çiqas giran dibe bila bibe, lê dengê ku serbikeve, dengê gelên azadîxwaze. Şervanên me yên YPJ-YPG û QSD jî bi vê zanebûnê heya roja îro di eniyên herî pêş de ji bo azadiya gelê xwe canê xwe kirine mertal. Ev sekna bi rûmeta dildariya bi şehîdên Qereçox û ya bi tevahî şehîdên şoreşê re ye.

Lê gef, tehdît û êrişên li ser herêmê bi dawî nebûne û wê berdewam bikin. Wê hêzên komploger careke din bixwazin êrişên dagirkeriyê li hemberî gelê me û hêzên me pêk bînin. Ji bo wê jî pêwîste di her qada me ya tekoşînê de hişyarî û berxwedaniya li hemberî vê dagirkeriyê hebe. Bi vê zanebûnê tevgerîn, xwe amadekirin, kar û xebat meşandin pir girîng e.

Îro komkujiya Qereçoxê 3 sal li pey xwe hiştin. Ew hovîtî ti carî nehate ji bîrkirin. Me bi dehan hevrêyên xwe yên şareza di wir de winda kirin. Ji ber wê em wek Yekîneyên Parastina Jin careke din ji gelê xwe re dibêjin, em ê hesabê her êriş û komkujiyê ji dijminê xwe bipirsin. Em ê tola gelê xwe û ya tevahî mirovahiyê hilînin. Careke din em li hemberî şehîdên Qereçoxê soza xwe nû dikin ku em ê jiyaneke mayînde ya azad û aram diyarî gel û tevahî jinan bikin.”

Back to top button